Nivîskarekî Amerîkî: Cenêv3 bo Kurdan giringe
Di 29ê meha borî de civînên kongereya Cenêv3 bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî û aliyên navdewletî dest pê kir, heta niha ti encam derketine aşkere kirin, çavdêrên siyasî jî dibêjin ku ev civîn bi mehan dê berdewam bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Nivîskarê Amerîkayê Setephen Mansfield ku berî niha pirtûkek li ser Kurdan nivîsandibû ragehand ku, kongreya Cenêv3 bo Kurdan giringe, lewma hebûna wan bi şandeke taybet pêwîstbû.
Derbarê kongreya Cenêv3 û beşdarbûna Kurdan di wê kongreyê de, Nivîskarê Amerîkayê Setephen Mansfield ji K24ê wiha got: "Tevî ku şerê li Sûriyê heta niha hê berdewame, lê em gelekî geşbînîn derbarê encamên Cenêv3."
Mansfield ji K24ê da zanîn ku, Amerîka nîgiranbû ku hemû aliyên Kurd beşdar nebûn, ji ber ku kongreya Cenêv3 giringe, hebûna Kurdan jî weke şandeke taybet bo destxistina mafên xwe gelekî giring bû.