Kurd li Almanya li dijî Sykes-Picot derdikevin

Rêkeftina Sykes-Picot di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hate imze kirin, li gor wê rêkeftinê gelek welatên Rojhelata Navîn di nav de jî Kurdistan hatin dabeş kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e9a88c62-3e64-4b48-9cfb-8198e449cb63/bargasht%20koln.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bajarê Koln yê Almanyayê welatiyên Kurd yên ku, li Ewropayê dimînin, bi armanca şermezar kirina rêkeftina Sykes-Picot xwepêşandanekê berfireh bi rêve dibin.

Li gor peyamnêrê K24ê, biryare îro,  Li Bajarê Kolnê yê Almanyayê welatiyên Kurd yên ku, li hemû welat û bajarên Ewropayê dimînin, bi armanca şermezar kirina rêkeftina Sykes-Picot xwepêşandanekê berfireh bi rêve dibin.Di çalakiyê de Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar dibin.

Derbarê çalakiyê Endamê Komîteya amadekar a çalakiyê û yek ji serpereştyarê wê siyasetmedar Akif Hesen ji K24ê re wiha got:"Ev sedsaliya Sykes-Picot ye, eger me sala borî kiriba dê 99 sal baya, lê sedsalî pir giring e, me nexwest ku, ev sedsalî bê deng derbas bibe, me xwest hem civaka sivîl û hem jî partiyên siyasî li vir bighînin hev û yekîtiya gel bi sedsaliya Sykes-Picot ava bikin, bi rastî di van pênc salên borî de rewşeke nû li Rojhilata Navîn hatiye avakirin û li Kurdistanê heman tişt, ti wateya sînoran nemaye, em bang li gelê xwe dikin û dibêjin werin em sedsaliya bê  bi destê xwe binvîsînin."

Her di wî çalakiya berfireh de hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê tê de beşdardibin û bi stiran û awazên xwe wê rêkeftinê şermezar dikin.

Xwepêşandan saet 1ê nîvro bi dema Almanyayê bi rîve biçe, di heman demê de, xwepêşandan li hin welatên din jî dê birîve herin, wekî Nemsa û Narwicê.

Rêkeftina Sykes-Picot di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hate imze kirin, li gor wê rêkeftinê gelek welatên Rojhelata Navîn di nav de jî Kurdistan hatin dabeş kirin.

Fly Erbil Advertisment