ENKS û TEV-DEMê ji nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê bi gûman in
Tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi çavên gûmanê li nameya lêborînê ya ku Serokê Tirkiyê Recep Teyip Ardogan ji Serokê Rûsiyê re şandiye dinêrin. ENKSê dibêje ku metirsî heye Tirkiyê helwestên xwe derbarê rewşa Sûriyê bi tevayî biguherîne. Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) tekez dike ku Tirkiyê van stûxwariyan dike, da ku serkeftinên ku li Rojava têne kirin, têk bibe.
K24 – Qamişlo

Tevlî ku şandeke ENKSê li Moskoyê bi serkirdeyên Rûsiyê re hevdîtinan dike, lê ew metirsîdar in ku nêzîkbûna TIrkiyê bi Rûsiyê re bibe sedema guhertinên mezin di siyaseta Tirkiyê de derbarê piştgiriya Îtlafa opozîsyona Sûriyê û bandoreke neyênî li danûstandinên Cenêvê bike.
Ji aliyê xwe ve, berpirsên TEV-DEMê bi çavên gûmanê li vê nêzîkbûnê temaşe dikin û tekez dikin ku, piştî serkeftinên leşkerî ji aliyê hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ligel serkeftinên siyasî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, Tirkiyê hewldanên xwe dike ku, van serkeftinan têk bibe.
Hin şîrovekarên siyasî dibêjin ku, Tirkiya di vê piroseya lêborînê de, gelek destkeftiyan di warê aborî û siyasî de qezenc dike. Lê li gorî siyasetmedarên Kurd xala herî sereke ji bo Tirkiyê, ne avakirina herêmeke Kurdî li Sûriyê ye, loma Tirkiyê dixwaze hevdîtinên sê alî û çar alî bi bi welatên ku berê Kurdistan dagir kirine re pêk bîne.