Li Qamişlo ciwanekî Kurd xwe bidarve kir
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ciwanekî Kurd xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.
K24 – Qamişlo
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ciwanekî Kurd xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.
Peyamêrê K24ê li Qamişlo da zanîn ku, Ciwanê Kurd yê bi navê Cihad Hisên ku ew bixwe mamosteyê zimanê Erebî bû, duh li taxa Qenat Siwês ya li bajarê Qamişlo xwe bidarve kir û jiyana xwe bi dawî kir.
Li gorî malbata Cihad û hin hevalên nêzîkî wî ji peyamnêrê K24ê re diyar kirine, ku sedema bûyerê ne diyar e, lê dibêjin ku eger e hin fişarên derûnî lê hatibin kirin.