Li Fuara Stenbolê kitêbên Kurdî li benda xwendekarên xwe ne

34emîn Fuara Pirtûkan a Navnetewî ya Stenbolê (TUYAP) ku her sal bi sed hezaran pirtûkhez serdana wê dikin, dest pê kir

Li Fuara Stenbolê kitêbên Kurdî li benda xwendekarên xwe ne
Li Fuara Stenbolê kitêbên Kurdî li benda xwendekarên xwe ne

K24 – Stenbol

34emîn Fuara Pirtûkan a Navnetewî ya Stenbolê (TUYAP) ku her sal bi sed hezaran pirtûkhez serdana wê dikin, dest pê kir. Di nav 750 weşanxaneyên pêşengehê de, bi qasî 10 weşanxaneyên Kurdî jî hene ku wê 9 rojan mazûvaniya hezkarên kitêbên Kurdî bikin.

Pêşangeha Kitêban a Nevnetewî ya Stenbolê li seranserê Ewropayê yek ji wan fuaran e ku herî zêde serdana wê tê kirin. Her sal zêdeyî 500 hezar kes tên vê fuarê û bi bihayekî erzan kitêban dikirin.  Îsal jî ji roja vekirina fûarê 7'ê Mijdarê ve bi hezeran xwendekar û hezkerên pirtûkan herikîn salonên fûarê.

Ji destpêkê heta dawîbûna fuarê nêzîka 300 çalakiyên edebî û hûnerî dê bên kirin û bi sedan nivîskar jî dê kitêbên xwe îmze bikin. Çend weşanxaneyên Kurdî Avesta, Ava, Aram, Peywend, J&J, Sîtav, Hîva, Weşanên Weqfa Beşîkcî, Rûpel û Nûbihar jî di fûarê de beşdar in.

Derbarê fuarê de xwediyê Weşanxaneya Avayê Ronî War ji Kurdistan24ê re got: "Bi qasî 7 sal e ez beşdarî vê fuarê dibim. Her sal hem derdora me zêde bû, hem jî xwendewanên Kurdî zêde bûn. Heviya me ew e ku dîsa baş derbas bibe."

Xwediyê Weşanxaneya Aramê Engîn Erden jî da zanîn ku ew dikarin bibêjin pirtûkên derbarê wêjeya Kurd, dîroka Kurd û klasîkên Kurd de, hêdî hêdî zêde dibin û civak li benda berhemên zêdetir e.

Li salonên fûarê cihekî taybet ji hunera şêwekariyê re hatiye veqetandin. Hunermendê şêwekarî û wêneyan Gokhan Aslan jî ji Diyarbekirê beşdarî fuarê bûye. Aslan li pêşengehê tabloyeke şêwekarî ya ku êşa 4 parçeyên Kurdistanê tîne ziman amade kiriye.

Di vê derbarê de Aslan wiha axifî: "Navê wan qîrîn e. Li wê derê sehpaya îdamê heye. Wek hun jî dizanin her roj li Kurdistana Rojhilat xortên Kurdan tên îdam kirin. Li vî aliyê ji nexşeya Kurdistanê heye. Di destê wan de xwin heye. Ji ber ew dijminê Kurdan e. Li vî aliyê jî qetlîama Roboskî heye. Qetlîama Roboskî hê zelal nebûye."

Pêşengeha kitêban a Stenbolê ji bo nivîskar, weşanger û xwendekaran xwedî kevneşopiyeke girîng e ku wek şahiya pirtûkan jî tê binavkirin. Fûara Pirtûkan heta 15'ê Mijdarê dê vekirî be.