Li Stenbolê Rojên Sînemaya Bêdeng

Rojên Sînemaya Bêdeng a Navnetewî li Stenbolê dest dike. Li festîvalê di nav fîlman de sînemaya bêdeng ku wek beşeke girîng tê zanîn dê were nîşandan.

Li Stenbolê Rojên Sînemaya Bêdeng
Li Stenbolê Rojên Sînemaya Bêdeng

K24 – Diyarbekir

Rojên Sînemaya Bêdeng a Navnetewî li Stenbolê dest dike. Li festîvalê di nav fîlman de sînemaya bêdeng ku wek beşeke girîng tê zanîn dê were nîşandan. Di vê çarçoveyê de ji bo filmên Caralîe Cahaplîn û Buster Keaton jî beşek hat veqetandin.

Rojên Sînemaya Bêdeng a Navnetewî, di navbera 3 û 6ê Mijdarê de li Stenbolê wê dest pê bike. Di festîvalê de ji sala 1895an heta 1930an gelek fîlm wê werin nîşandan. Tema ya îsal a festîvalê jî "Vejîna jina nûjen" e. Her wiha fîlma, yekem derhênera jin a Emerîkayê Loîs Weber a bi navê "Shoes" dê bê nîşandan.

Herwiha di festîvalê de ji bo fîlmên 2 aktorên ku di sînemaya cîhanê de rêyeke nû vekirin jî beşek hat veqetendin. Di beşa "ji bo serekeyên sînemayê rêz" de Charlîe Chaplîn û Buster Keaton wê bên bibîranîn. Bîner, fîlmê Charlîe Chaplîn "Şarlo" û fîlmê Buster Keaton "One week" dikarin di vê beşê de temaşa bikin.

Rojên Sînemaya Bêdeng  bi hevkariya Îtalya û Holandayê tê lidarxistin. Herwiha, filmên ku di serdama Osmaniyan de, hatine kişandin jî wê di mihrîcanê de cih bigrin.