Li sînorên Rûsyayê 400 barhilgirên Tirkiyê tên sekinandin

Serokê Komeleya Veguhastinê ya Navnetewî Fatîh Şener dibêje, nêzîka 400 kamyonên Tirkiyê, ew 3 roj in li ber dêrîyên sînor ên Rusyayê têne sekinandin

Li sînorên Rûsyayê 400 barhilgirên Tirkiyê tên sekinandin
Li sînorên Rûsyayê 400 barhilgirên Tirkiyê tên sekinandin

K24 – Stenbol

Piştî xistina firokeya Rusyayê ji aliyê Tirkiyê ve, niha jî tekilîyên aborî yên di navbera herdu dewletan de tên niqaşkirin. Berdevkê Serokwezirtiya Rusyayê Dîmîtrî Pescov gotibû, ew niha ji bo kelûpelên Tirkiyê ambargoyekî nafikirin. Lê tevî vê daxuyaniyê bi sedan barhilgir-kamyonên Tirkiyê, li ber deriyên sinor ên Rusyayê tên sekinandin.

Rusya, piştî Elmanyayê hevparê herî mezin ê Tirkiyê ye. Qebareya bazirganî ya di navbera herdu welatan de digihe 32 mîlyar dolar. Ew rêje sal bi sal jî zêde  dibû. Lê piştî ku çend roj berê hêzên Tirk firokeya Rus xiste xwarê, ew têkilî ji nişka ve qut bû.

Serokê Komeleya Veguhastinê ya Navnetewî Fatîh Şener dibêje, nêzîka 400 kamyonên Tirkiyê, ew 3 roj in li ber dêrîyên sînor ên Rusyayê têne sekinandin.

Şener da xuyakirin ku, Kremlîn dibêje, tû ambargo li ser kelûpelênTirk  nîne, lê çima şofêrên me, di wê hewaya sar de li sinor radiwestînin?: "Eger Rûsya barhilgirên ku kelûpel li wan bar kiriye radiwestînin,  rasterast nebejî lê ew tê wateya  ambargoyê. Ji ber ew lorî-kamyon seyraneke turîstî nakin, ew baran dibin.  Dibe ku niha buyer nû ye, ji bo wê, biryareke wiha hatiye standin."

Fatîh Şener eşkere dike ku, eger biryara ambargoyê bê wergirtin, ew ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo Rusyayê jî wê nebaş be. Divê herdu welat jî, sîyasetê tevlî bazirganiyê nekin: "Derfirotina Tirkiyê bi tevahî 160 mîlyar dolar e. Derfirotina Rusyayê ji bo Tirkiyê 26 mîlyar dolar e.  Eger biryara ambargoyê bê stendin, bêguman ew ji bo herdu welatan jî wê bibe arîşeyeke mezin."

Par di navbera Rusya û Ukraynayê de qeyraneke sîyasî derketi bû. Piştî vê Rusya, ji bo salekê ambargo danîbû ser kelûpelên Emerîka, Neteweyên Yekbuyî, Norveç û Kanadayê. Li ser vê jî bazirganiya di navbera Tirkiyê û Rusyayê de zêde bûbû. Tê texmin kirin ku, Rusya li ser wan geşedanan nikare ambargoyeke bîne ser kelupelên Tirk jî.