Di navbera Rûsya û Tirkiyê de paşeroja turîzmê

Piştî ku Tirkiyê firokeya Rusî xiste xwarê, ji aliyên Rusan ve li ser aboriyê hinek biryar hatin dayîn. Rayedarên Rusyayê hişyarî dan ku welatiyên wan neçin Tirkiyê.

Di navbera Rûsya û Tirkiyê de paşeroja turîzmê
Di navbera Rûsya û Tirkiyê de paşeroja turîzmê

K24 – Stenbol

Piştî xistina firokeya Rusyayê, Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lovrov, welatiyên xwe hişyar kir da ku neçin Tirkiyê û li ser vê hinek kompanyayên Rusî rezervasyonên xwe betal kirin. Rayedarên kompanyayênTirkiyê jî dibêjin, eger ew qeyran neyê çareserkirin dibe ku sektora turîzmê bi milyon dolaran zirarê bibîne.

Piştî İngilizan herî zêde Rus serdana Tirkiyê dikin. Par nêzîka 5 mîlyon Rus hatibûn Tirkiyê. Di navbera Tirkiye û Rusyayê de bi milyonan dolar bazirganî tê kirin.

Lê belê piştî ku Tirkiyê firokeya Rusyayê xiste xwarê, ji aliyên Rusan ve jî li ser aboriyê hinek biryar hatin dayîn. Rayedarên Rusyayê ji bo welatiyên Rus neçin Tirkiyê hişyarî dan welatiyên xwe.

Rêveberê Acenteya Globalist Turizmê Suleyman Gok ji K24ê re got, ew di nav qisaweteke mezinde ne ji ber bazara Rusya ji bo wan pir girîng e, loma divê aqilane tevbigerin: "Karsazan di bazara Tirkiyê de ji niha ve awansên pêşin stendin e û ji wan pereyan hineke hatine xerçkirin. Eger hejmara turistan kêm bibe ji bo turîzmê dê nebaş be."

Serokê Ajansa Turîzma Fedaral a Rusyayê Oleg Safonov ragihand ku ew dê heta meha berfanbarê hemwelatiyên xwe peyder pey ji Tirkiyê vekişînin. Di turîzma Tirkiyê de rêjeya Rusan ji sedî 11 ye. Eger weke gotînên Safanov be, Tirkiye nêzîka 10 mîlyar dolar zirarê dike.

Lê tevî van geşedanan kesên hêvîdar jî hene. Serokê Komeleya Turîzm û Karsazan Îhsan Daş dibêje, her du welat mihtacê hevdu ne. Piştî demekê qeyrana her du welatan wê çareser bibe: "Têkiliyên bazirganî yên Tirkiyê û Rusyayê gelek pêşketî ne. Zêdeyî 1000 şîrketên Tirkiyeyê li Rusyayê hene. Dîsa gelê Tirkiyê jî li wê derê kar dike. Lê belê ez bawer nakim ku ev alozî tesîrek nebaş li turîzmê bike. Tevî her tiştî welatiyên Rusî wê werin Tirkiyê."

Ji ber qeyrana aborî ya li Rusyayê li gor sala borî, îsal rêjeya turîstên Rus ji sedî 35 daket. Li gel geşedana aloziya dawî ya siyasî hejmara turîstan dê kêmtir bibe.