Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan

Serheldana edebî li hêrêma Badînan ji bo salên 1930’an de dizivre. Ku nivîskarên Devera Badînan berhemên xwe di kovar û rojnamên Şamê û Soranîyan de parvedikirin

Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan

Serheldana edebî li hêrêma Badînan ji bo salên 1930’an de dizivre. Ku nivîskarên Devera Badînan berhemên xwe di kovar û rojnamên Şamê û Soranîyan de parvedikirin. Çunku her ji salên 1930-1969’an de hîç kovar û rojnamek li Devera Badînan tune bû. Îcar ji ber tune bûna rojnama û kovaran li Devera Badînan nivîskarên Devera Badînan berhem û gotarên xwe di kovar û rojnamên Şamê û Soranian de parvedikirin. Îcar ji ber vê yekê rewşenbîran ageh ji berhemên wan tune bû û rexne jê e nedihat girtin. Ji ber vê yekê astê rexnê bi awayekê baş lawaz bû. Anku em dikarîn bibêjîn heta salên 1969an de rexne li Devera Badînan tûnebû.[1]

Le belê salên 1970-1990’an de Qonaxka nû li herma Badînan derket holê. Çunku Yeketîya Nivîskarên Kurd-Duhokê  (YNK-D) hat damezrandin û hin rojnname û kovar  derketin holê weke : Hîvî 1970-1974’an de ku 7hejmare jê re derketin. Rewşen 1973’an de tinê yek hejmar. Peyv 1980an tinê 1 jimare. Dengê Me 1980- 1984an de. Çiya dû jimare derketin holê[2]. Îcar ji ber vê yekê rewşa edebî û rexna edebî li devera Badînan ya xirab bû hetta pêşî serheldana Başûrê Kurdistanê.  Her weke Ehmed Ebdulla zero dibêje :

“ Rexna edebî ya ekadimîk tune bû. Belkû bi tinê têbînî û alîyên şaşî di têkistê de di hatin eşkerekirin. Anku rexna edebî di qunaxa despêkî bû ”[3].

Herweha Dr. Nafi‘ Akreyî  ji bo rewşa rexne ya Edebî li devera Badînan dibêje di bêje :

Rexna edebî li Devera Badînan bi taybetî û li herêmekanî zor qurbeser û sawaye û li ser hîç binaxekê ekadimîk û hûnerî tune ye. Belku bo teşhîr û xeberdan û hevaletî û pesnkirinê ye. Anku ew yek eşkere ye ku bi awayekê baş rexna edebî peydane bû ye. Mirv şermizar dibe eger qala rexna edebî bike “[4].

Ji van xeberan re eşkere dibe ku rexna edebî bi awayekê giştî li Başûrê Kurdistanê û Devera Badînan bi taybetî hetta pêşî serheldanê 1991’an de a lawaz û ekadimîk tune bû. Çunku rexna wî çaxî de pir caran bersivdan û hêrişkirana hevdû bû.

Evan nivîskaran berhem di belavdikirin weke:“ Sadiq Biha edîn Amêdî, feysel Mistefa, xelîl Dihokî, ebdulrehman Mizîrî, îdrîs Mihemed Elî, mehemed Emîn Doskî, Dr. Nafi’ Akreyî, Ehmed Ebdulla Zero û hwd ”.[5]

Lê belê pişti 1991’an de ji başûrê kurdistanê serheldan çêbû. Îcar ji ber vê yekê başûrê kurdistaê bi awayekê giştî guhartin çêbû di Siyasti, dîrok, edebî û hwd. Anku Qonaxk nû li başûrê kurdistanê çêbû. Îcar vê yekê bandûra xwe li ser edebiyatî tevahî hebû û rexna edebî ji weke pişkek ji edebê kete di Qonaxka nû de, ji ber van egerên jêrîn de :

  • Serheldan çebû û gel azad bû hemû kesan bi azadû dinivî sî.
  • Zanîngeha Duhokê 1992’an de avabû. Di nava zanîngehê de pişka ziman û edeba kurdî vebû rexna edebî weke pirogiramê xwendinê de hat xwendin û hin tezên lisansa Bilind û diktorayê li ser rexna edebî hatine nivîsandin. Îcar eve hemû dibin eger ku rexna edbî ber bi pêş ve biçe.
  • Avabûna girupên edebî weke girupê nûkirin her û her û grupa Akrê bûn eger ku rexna edebî ber bi pêş ve biçe. Çunku avabûna van her dû girûban rêxne jê re di hat girtin. Hin kesan dijî girupî sekinîn û hin kesên din piştevanî ya girupî dikir.
  • Herweha rolê rojnama û kovaran pêşveêûn ji xwe re anî. Çunku pêşî 1991’an de astê rojname û kovaran li Devera Badînan lawaz bû. Lê belê piştî serheldana 1991’an de hin rojname û kovar derketin holê weke Nûxaz, metîn, pîrs, nûbn, serheldan û hwd. Îcar ev e bû eger ku rexna edebî peş ve biçe.

 

 

[1] Îmad Weysî Xalid, Ceveng di Hozana Riyalista Kurdî da Devera Badînan 1970-1991,Ji weşanên dezgehê Spîrêz, weş. Wezareta Perwerde, Hewlêr,2004, r.13.

2Nehmetila Nihêlî, Piraktîzekirina Rexna Nû ya Englu Emrîkî li ser Têkistên  Girupa Nûkirin Her û Her,R.5-8

3 Ehmed Ebdulla  Zero, Hevpeyvîn, 7-5-2017- Yek Şem e. Duhok

4 Dr. Nafi’ Akreyî, Edebî kurdî le badînan çon biwe û çon derwa, K. Karwan, J. 1,1981  r.55.

5 Nehmetilla Hamid Nihêllî, Deravek ji Rexnê (Rexne û Vekolîn ), R.68.