MSD: Peymana Edeneyê ne yasayî ye
Di gel zêdebûna axaftinên li ser egerên bicîkirina rêkeftina Edene di navbera Sûriyê û Tirkiyê de metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde dibin, hin siyasetmedarên Kurd dibînin jî ku rêkeftin ne yasayî ye û eger bicî were dê şerekî giran bi xwe re derxîne holê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di gel zêdebûna axaftinên li ser egerên bicîkirina rêkeftina Edene di navbera Sûriyê û Tirkiyê de metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde dibin, hin siyasetmedarên Kurd dibînin jî ku rêkeftin ne yasayî ye û eger bicî were dê şerekî giran bi xwe re derxîne holê.
Piştî civînekê di navbera serokên Tirkiyê û Rûsiyayê de, rayedarên her du dewletan behsa egerên ji nû ve bicîkirina rêkeftina Edeneyê dikin, ku bibe mîna berdêlekê ji devera aram re ya ku Tirkiyê doza avakirina wê dike. Li gorî rêkeftina Edene ji mafê Tirkiyê ye ji bo parastina ewlehiya xwe ta bi kûrahiya 5 K.M derbasî xaka Sûriyê bibe, ev yek li gorî hin siyasetmedaran gelekî zehmet e ji ber bicîkirina vê rêkeftinê tê wê watê ku têkiliyên diplomasî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de li ser astên bilind vegerin. Ji hêleke din ve siyasetmedarên Kurd didin zanîn ku Tirkiyê bi vê gavê ranabe ji ber tu mercên pêkanîna wê li ser zemînû tune ne.
Serokê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) li ser vê pirsê ji K24ê re got: “Ne mumkîn e ew rêkeftin vegere, ji ber ku divê Tikiye ji navçeyên ku derbasî wê bûne ji Efrîn ta Cerablusê derkeve û têkiliyên xwe ji opozîsyona Sûriyê tev de bibire û pêwendiyan bi Şamê re veke û baş bike. Tirkiye pêle van xalên rêketinê tev de kiriye. Di demê rêkeftinê de jî me dizanî ku rêkeftina Edeneyê ji bo pirsa Kurdî ya netewî ye.”
Ji hêleke din ve, hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku tu bingehên yasayên navdewletî di rêkeftina Edeneyê de tune ne, ji ber ku ne di riya saziyên Netewên Yekgirtî de hatiye îmzekirin û ev yek tê wê wateyê ku rêkeftina Adanayê ne rewa ye. Serkirdên MSDê eşkere dikin jî ku bicîkirina rêkeftina Adana dê bandorên Xirab li ser Sûriyê tevî peyda bike, û şerekî giran di deverê de pêxîne.
Endamê Desteya Serokatiya MSDê Sîhanok Dîbo dibêje: “li gor qanûnî navdewletî û rêkeftina Viennayê de, ti bingeheke qanûnî ji rêkeftinê re tune ye. Ji milê îmzekirinê û mafdayîna destberdana ji xaka Sûrî û destêwerdana welatekî cîran di Netewên Yekgirtî de nehatiye tomarkirin.”
Rêkeftina Edene di sala 1998 an de di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatiye îmzekirin, ku li gorî wê Sûriyê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di xaka xwe de bicî nake û çalakiyên PKKê jî qedexe dike, herwiha ji bo parastina ewlehiya xwe ji mafê Tirkiyê ye ta bi 5 K.M derbasî xaka Sûriyê bibe.