Gelek hêz li bajarokê Erîma çavdêriyê dikin
Li bajarokê Erîma yê li rojavayê Minbic ve gelek hêz xwe bicî dikin, hêzên Rûsiyayê ji bo rêgiriyê li pêş artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê bigirin gerên pişkinînê birêve dibin. Şervanên Encûmena Leşkerî ya Babê tekez dikin jî ku rojane xalên wan ji aliyê hêzên mertala Feratê ve têne armanc kirin.
K24 – Minbic
Li bajarokê Erîma yê li rojavayê Minbic ve gelek hêz xwe bicî dikin, hêzên Rûsiyayê ji bo rêgiriyê li pêş artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê bigirin gerên pişkinînê birêve dibin. Şervanên Encûmena Leşkerî ya Babê tekez dikin jî ku rojane xalên wan ji aliyê hêzên mertala Feratê ve têne armanc kirin.
Di gel berdewamiya gefên Tirkiyê bi pêkanîna şerekê li rojhilatî çemê Feratê nemaze li der dora bajarê Minbic, hejmara hêzên leşkerî li der dora bajêr zêde dibin, li bajarokê Erêma yê li başûr û rojavayê Minbic hêzên ji artêşa Sûriyê û Rûsiyayê bi cî dibin, ji hêleke din ve bajêr ji aliyê Encûmena Leşkerî ya bajarê Bab`ê ve birêve diçe. Herwiha li rojavayê wê bi dûrbûna 3 K.M hêzên Mertala Feratê bi piştgiriya artêşa Tirkiyê xwe bicî dikin, û tevî di nava bajaran de rewş cîgirtî diyar dibe lê di her demê de egerên vêketina şerekî giran dimînin û ev yek li gorî hin serkirdên Encûmena leşkerî ya Babê hêzên wan di amadebaşiyê de dihêle.
Serokê Encûmena leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma ji K24ê re got: “Hêzên me ji bo parastina vê deverê bi berdewamî çavdêriyê dike, bi taybet li dever derdora Erîma ku nêzîkî 15 gundan hene. Herwiha gerên hêzên Rûsî jî bi Encûmena leşkerî ya Babê re hene, ew jî ji bo gerentiya parastina ewlehiyê ye.”
Hêzên Rûsî bi hevrêziya Encûmena leşkerî ya Babê rojane gerên pişkinînê li ser sînorê bajarokê Erêma û gundewarên wê birêve dibe, da rêgiriyê li pêş artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê bikin, lê tevî wê jî li gor hin serbazên encûmena leşkerî ya Babê bi awayekî rojane çekdarên Mertala Feratê bi çekên cûrbIcûr xalên wan armanc digrin.
Di gel berdedwamiya nakokiyan di navbera hêzên navdewletî de, û tunebûna ti asoyên çareseriyê ji devera Minbic û gundewarên wê re, metirsiyên vêketina şerekî di deverê de dimînin, nemaze ku kişandina hêzên Amerîkî dê valahiyekê di deverê de peyda bike, û ev yek li gorî berpirsên HSD`ê derfetan bêhtir dide Tirkiyê û hêzên Mertala Feratê ku di wê deverê de bicî bibin.