Bi vîdyo.. Jiyan li Kobanê asayî dibe

Tevî metirsiyên êrîşên esmanî û topbarana Tirkiyê, bi taybet di çend rojên bûrî de, lê niha rewş ber bi asayîbûnê ve diçe û welatiyên Kobanî jiyana xwe ya asayî derbas dikin û xelkê Kabonê dikanên xwe ve dikin û diçin ser karê xwe.

K24 – Kobanî

Şeva bûr Serokê Amerîka Donald Trump bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re kiriye û rewşa Rojavayê Kuridstanê û êrîşa Artêşa Tirkiyê ser gund û bajarên rojhilatê Firatê guftûgo kirin.

Herwiha piştî wê pêwendiyê, Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, Trump pêwendî bi Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re kir û daxwaza rawestandina şer li bakurê rojhilatê Sûriyê jê kir.

Cîgirê Serokê Amerîka aşkere kir jî, Erdogan soz daye Trump ku ew êrîşî Kobanê nekin.

Vê nûçeyê dilrihetiyek li cem welatiyên Kobanê çê kir. Di vê derbarê de jî hunermendê Kurd ê navdar ê ji Kobanê Reşîd Sofî dilniyabûnê dide xelkê û ji K24ê re ragihand, rewş hinekî baştir e û tevgera nava bajêr asayî dibe û daxwaz ji welatiyan dike, vegerin ser mal û milkên xwe û dev ji xaka xwe bernedin.