Pêwendiyên Partiyên Kurdistanê Divê Çewa Bibe? Helwesta PKKê û PKKê Çima li Başûrê Kurdistanê ye?

Berpirsiyarê PKKê Egîd Kelar di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, şerê wan ya Dewleta Tirk, rola PKKê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Ew daxuyaniya bir her awayî xeter, destwerdankar, hegemonîk, ji hiqûqa parçeyan re rêz negirtiye

Pêwendiyên Partiyên Kurdistanê Divê Çewa Bibe? Helwesta PKKê û PKKê Çima li Başûrê Kurdistanê ye?
Pêwendiyên Partiyên Kurdistanê Divê Çewa Bibe? Helwesta PKKê û PKKê Çima li Başûrê Kurdistanê ye?

Berpirsiyarê PKKê Egîd Kelar di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, şerê wan ya Dewleta Tirk, rola PKKê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Ew daxuyaniya bir her awayî xeter,  destwerdankar, hegemonîk, ji hiqûqa parçeyan re rêz negirtiye.

Loma jî divê em carek din pêwendiyên rêxistinên Kurdistanê û pêwendiyên rêxistineke parçeyekê bi parçeya din re jinûve analîz û şirove bikin. Di derbarê ev mijara stratejîk û girîng de bîrûreyên xwe zelal bikim.

Pişt re jî nerînên PKKê û jiyana PKKê di derbarê vê mijarê de çi diyar dike, vê yekê zelal bikin…

DIVÊ RÊXISTINÊN KURDISTANÊ JI HEVÛDU RE Û JI DESTHİLATDARIYA HEVÛDÛ RE RÊZDAR BIN…

Kurd, li Rohilata Navîn neteweyeke kevn e. Kurd miletek in. Neteweya kurd jî li beşek erdnîgara Rojhilata Navîn cîwar bibû. Welatê wan jî Kurdistan bû. Hezar mixabin pişt re welatên kurdan Kurdistan ji derveyî îradeya wan bi îradeya derve, erdnîgaran wan, welatên wan bi destê Împaratoriyên dagirker û kolonyalîst hat parçe kirin. Di sala 1639an de encama Peymana Qesrî Şêrînê Kurdistan di navbeyna împeratoriya Osmnanî û Farsî de bû du beş .

Parçebûna Kurdistanê li wir jî nesekinî, Piştî Şerê 1-emîn Ya Dinyayê encama Peymöana Lozanê bi destê dewletên mezin yên emperyalîst û dewletên kolonyalîst yên herêmî bû çar parçe.

Perçebûna Kurdistanê, neteweya kurd jî parçe kir. Parçebûna netaweya kurd, parçebûna jiyana wê ya civakî, siyasî, aborî, eşîretî, erdnîgarî, aqil jî parçe kir.

Loma jî kurdan, ji hevûdu dûr jiyanek domandin. Di bin dagirkerî û kolonyalîzma dewletên cûda cûda de jiyaneke cûda rêxistin, pêşvebirin. Di heman dem de ev yeka bû sedem ku hêjayiyên milî yên neteweya kurd qerekter û qalibekî din qezenç bike.

Wv parçebûna Kurdistanê bû sedam, ku li tevayî Kurdistanê tevgereke milî ya mişterek jî ava nebe. Li her beşekî Kurdistanê tevgerek cûda ya milî hat ava kirin û hat rêxistin. Li her parçeyekê serokên cûda yên milî çêbûn. Li her parçeyeke Kurdistanê rêxistin û partiyên cûda ava bûn.

Dîsa ev parçebûna Kurdistanê û neteweya kurd bû sedem ku li her beşekî Kurdistanê hiqûqeke cûda biqewime û li tevayî Kurdistanê hiqûqeke hevbeş ava nebe. Di navbeyna hemû parçeyan de hiqûqa eşîretî ya civakî domand.

Li her parçeyeke Kurdistanê guhertina civaka kurd bi proseseke cûda pêş ket û qewimî.

Li her parçeyekle Kurdistanê sîstemeke aborî ya cûda ava bû. Lê bi awayekî ji derveyî hiqûqa fermî ji aliyê tîcarî de bi taybetî jî li sînorên Kurdistanê danûstandın pêk hatin.

Li her parçeyeke Kurdistanê çandeke cûda ya siyası çê bû. Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê di bin tesîra çanda siyasî ya dewlet û neteweyên serdest û kolonyalîst de man.

Heta mirov dikare bibêje ku ji bona her parçekî, ji derveyî çanda giştî ya kurd, çandeke her parçeyekê derket holê.

Li Kurdistanê yekîtiya ziman çê nebû. Zaravayên Kurdî ji hevûdu dur ketin. Heta di navbeyna devokên herêman, bajaran, bajerokan, gundan, eşîretan de jî fergên mezin qewimîn.

Loma jî di her qadê de divê pêwendiyên her parçeke Kurdistanê taybet bin.

Di peywendiyên her çar parçeyan de tevgerandineke hevbeş, di eynî qerekterê de nabe.

Bi taybetî jî pêwendiyên siyasî yên çar parçeyan, partî û rêxistinên her parçeyan divê xwediyê taybetiyekê bin. Ji hevûdu re rêzdar bin, ji heq û hiqûqê hevûdu re rêzdar û xessas bin.

Di pêwendiyên rêxistin û partiyên Kurdistanê de divê wekheviyek û piştgiriyek hebe. Partî û rêxistinek destwerdana rêxistina parçeyekê din neke.

Her parçeyek ji serokên parçeyên din re rêzdar be. 

Rêxistin û partiyeke Kurdistanê li beşekî din daxwaza hegemonya, desthilatdarî, serwerî neke.

Dema ku partiyên Kurdistanê ji van pîvan û hiqûqê re rêzdar nebin, di navbeyana wan de şer derdikeve. Ceribandina Kurdistanêr jî vê yekê ji me re nîşan dide.

DI EV MİJARA STRATEJÎK Û GIRÎNG DE PKKÊ GELEK XETER E Û XWEDIYÊ HELWESTEKE NE BAŞ E...

PKKê li Tirkiyeyê li hemberî Tevgera Milî ya Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona ku neteweya kurd ji armanca dewletbunê dur bikeve wek projeya dewletê hat ava kirin.

PKKê gor vê armancê jî tevgeriya. Hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê dijmin îlan kir. Ji bona ku van rêxistin û partiyan tasfiye bike, hewl da û çek bi kar anî. Bi sedan kurdperwer û endamê partiyên Kurdistanê  şehîd kir û kûşt. Di nav PKKê de bi hezaran kurdperwer înfaz kir.

Di destpêkê de dihat zanîn ku PKKê bes ji bona Bakûrê Kurdistanê wek projeyekê ava bûye. Piştî demekê, bi taybetî jî piştî ku PKKÊ bi Dewletên Îran û Iraq û Sûriyeyê re danûstandin kir, ji bona Tevgera Milî hemû parçeyan bû xeter, li ser navê wan dewletan xebat kir. Li hemberî rêxistin û partiyê Kurdistanê şer îlan kir.

PKKê rêxistin û partiyên Kurdistanê, serokên wan rewa qebûl nekir. Li hemû Parçeyên Kurdistanê daxwaza hegemonyayê, desthilatdarî, serwerî kir.

PKKê encama ev siyasetê li Başûrê Kurdistanê  êrişî PDK û YNKê kir. Bi hezar pêşmergê encama vê erîşê hat kûştin. Pişt re jî  bi piştgiriya rêjîma Baasê û Seddam gelek gundên Kurdistanê dagir kir. Beriya 2017an jî Şengal, li ser navê rejîme dagir kir. Li wir bi DAEŞê re tifaq kir.

PKK, li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna Kurdistanê derket. Ji îşgala Kerkukê û gelek bajerokan re piştgirî kir.

Li Başûrê Kurdistanê bi hêzên tarî re di nav tifaqên gelek qirêj de ye.

Li Rojavayê Kurdistanê dagirker e. Ji îradeya neteweya kurd re rêzgirtî nîne. Her roj êrişî hêzên Kurdistanê û ENKSê dike. 

Li Rojhelata Kurdistanê li hemberî rêxitinên wê parçeyê û tevgera milî asteng e. Girêdayî xwe  ser navê  rêxistin, PJAK ava kiriye.

PKK XWE DI VAN ROJÊN DAWÎ DE JÎ XWE WEK RÊXISTIN Û TEVGEREKE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NÎŞAN DIDE....

PKKê xwe ji berê de wek rêxistin û tevgereke Başûrê Kurdistanê nîşan dide. Di van rojên dawî de  daxuyaniya berpirsiyarên PKKê vê yekê careke din bi zelalî diyar dike.

Ji fermandarên HPGê Egid Kelar  di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê  û şerê dewleta Tirk û rolê PKKê li Kurdistana Başûr daxûyaniyek da. Li gora ANFê Kelar dibêje: Armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û tenê PKKê dike hêcet. Kelar dibêje ku, hevalên me ji biharê û vir ve li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê diparêzin.

Berdewamiya axavtina xwe de Egid Kelar dibêje: PKK di heman demê de tevgereke ji Başûrê Kurdistanê ye. Kes nikare vê înkar bike. Heval beşdarî şerê Celewla bûn, ji bo azadkirina Celewla li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Li Kerkûkê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û li wê derê hevalên me şehîd jî bûn. Li Şengalê hevalan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û niha jî berxwedan dewam dike ji bo gelê Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê. Yanî PKK di heman demê de hereketeke Başûrê Kurdistanê ye. PKK ne tenê ya Bakur e, PKK her wiha ya Başûrê Kurdistanê ye. Nabe ku bê înkarkirin ku PKK tevgereke Başûrî nîne. Îspat bû ku PKK tevgereke Başûrê Kurdistanê ye. Kengî êrîş li ser Başûrê Kurdistanê bû, PKK’ê Başûrê Kurdistanê parast.

Egîd Kelar, di dawiya axevtina xwe de dibêje: Kesên ku xwe weke pêşmerge bi nav dikin, çawa ku li Celewla, li Kerkûk û Şengalê li cem hevalan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, divê niha li gel gerîla li dijî dagirkeriya Tirk jî şer bikin. ji ber ku dagirkeriya Tirkiyeyê niha gelekî cuda ye.

Ji berî her tiştekî divê mirov bide xûyakirin ku, PKK ne tevgera Başûrê Kurdistanêye û tenê."

Lê gelek aşkere ye ku PKKê rêxistin û tevgereke Başûrê Kurdistanê nîne. Di esil de PKKê rêxistineke kurd û Kurdistanê jî nîne.

"Bi saya serê Başûr heta niha kariye jiyana xwe berdewam bike. PKK nêzikî 500 gund li Başûr dagir kiriye û rê nade ku xelkê deverê gundên xwe ava bikin û hatin çûyinê bikin. Eger PKK ne li Kurdistana Başûr bûya Tirkiye tu cara nedikarî êrîşê vê deverê bike. PKK sedema yekemine ku berê Tirka dide Kurdistana Başûr û dibe sedemê zererek mezin digihê xelkê sivîl yê deverê.

PKK dema pêwist li dijê peşmerge sekiniye û herî dawî hevpeymaniya xiyaneta 16ê Oktoberê kiriye. PKKê li dijê pêşmergeyan li gel Milisên Şîe hevalbendi kiriye û heta nihajî li devera Şingalê berdewam dike.

Rastiya xwe de pêwistiya Başûr tuneye ku PKK bergiriyê li wan bike. Bila nebe sedemê êrîşa tiştek din jê nayê xwestin."

PKK Ê ÇIMA LI BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ YE..?

PKK ev demeke dûr û dirêj e ku bi sedan gundên Herêma Kurdistanê dagîr kiriye û bûye asteng ku xelkê wan navçeyên sînorî vegerin ser mal û gund û jiyana xwe. PKK asteng bûye ku ew gund bên avedankirin, lewma jî xelkê wan gundan ji xêr û bêra erdê xwe mehrûm mane. Herwiha PKK teidayê li xelkê wan navçeyan dike û zarokên wan direvînin û bac û gumrikan ji wan distîne, lewma jî jiyana xelkê wan gundan reştir bûye.

Pirs ew e, çima divê PKK wan gundên Başûrê Kurdistanê dagîr bike û Kurdan li wir biêşîne? Eger PKK xebata çekdarî dike û xwe wek xebatkar û rizgarker dibîne, çima naçe gundeke Bakurê Kurdistanê azad nake? Çima li şûna azadkirina Bakurê Kurdistanê hatiye Başûr û jiyana xelkê tahl kiriye û gund û malên welatiyên Herêma Kurdistanê dagîr kiriye?

Nabe êdî xelkê Herêma Kurdistanê vê yekê ji PKKê qebûl bikin û herwiha nabe li nava Herêma Kurdistanê li ser PKKê muzayedeyên siyasî bên kirin û hatina artêşa Tirkiyê bo sînorên Herêma Kurdistanê em li dijî hev wek muzayede bikar bînin. Ji ber ku artêşa Tirkiyê ku hatiye nava axa Herêma Kurdistanê û dagîr kiriye, ji ber PKKê hatiye. PKK destê artêşa Tirkiyê kişandiye nava axa Başûrê Kurdistanê, wek çawa li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ev yek kir.

Baş e, çi gunehê xelkê Herêma Kurdistanê ye ku baca dagîrkariya hêzên PKK û Tirkiyê bidin? PKK qet rast nabêje û nêta wê li hember Herêma Kurdistanê qet baş nebûye. Eger rast dibêjin dê meydana şerê xwe ji vir birbana nava Tirkiyê û êdî jiyana xelkê Herêma Kurdistanê tal û reş nedikirin.

Ev çendîn sal e ku hikûmeta Kurdistanê û xelkê navçeyê daxwaz dikin ku PKK ji gundên wan derkevin, lê guh nadin wan. Lê em dibînin li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê PKK piştî ku bi hezaran ciwanên Kurd kirin qurbanî, niha ji hin navçeyan vekişya ye, ew jî bi rêya sefqeyên siyasî û bi gotina xelkê din.

PKK û ew aliyên siyasî yên li Başûr ku pişta PKKê digrin, û herwiha opozisyona Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîst e rewşa Herêma Kurdistanê fêm bikin ku eger ew hêzên wan ji axa Herêma Kurdistanê êrîş bikin ser Tirkiye û Îranê dê wê çaxê hênceta wan herdû welatan hebe ku ew jî êrîşî axa Herêma Kurdistanê bikin. Pêwîst e em niha birastî û dûr ji lîstikên siyasî hizir bikin, gelo Herêma Kurdistanê dikare barê van hemû guvaş û nearamiyan helgire? Çima divê jiyana xelkê Herêma Kurdistanê bikeve bin gef û şer û dorpêçî û gagîrkeriyê?.

Piştî bi dehan sal ji xebat û qurbanîdana Herêma Kurdistanê wek statyoyekê ji bo jiyan û xweşiya gelê Kurdistanê, herwiha meydanek e ji bo çalakiyên siyasî û medenî yê partiyên parçeyên din ên Kurdistanê, lê dema em dibînin hin alî şer tînin devê deriyê Başûrê Kurdistanê, wê demê bi rastî Herêma Kurdistanê dixin bin metirsiyeke cidî û hemû alî tê de ziyanan dibînin, lewma jî pêwîst e hemû alî berjewendiyên Herêma Kurdistanê û asayişa xelkê wê liber çav bigrin û biparêzin.

Amed, 01. 08. 2018