Du zarokên Kobanî li Hewlêrê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê du zarokên Kobanî yên koçber ji ber ketina dîwarekî li Hewlêrê canê xwe ji dest dan û du zarokên din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, îro li mala koçberekî Rojavayê Kurdistanê yê li nahiya Kesnezan a ser bi Hewlêrê ve, di dema zarokan li ber dîwarê cîranan dilîzin, dîwar bi ser zarokan de tê xwerê û du zarok canê xwe ji dest didin û du zarokên din jî birîndar dibin.
Apê zarokan Ehmed Heyder ji K24ê re got: biraziyê min Mustefa yê 3 salî û biraziya min Êlîn ya 4 salî di encama ketina dîwarê mala cîranan bi ser wan de canê xwe ji dest dane. Termê wan jî li Hewlêrê bi xakê hatin spartin.
Ehmed Heyder diyar kir jî, du zarokên wan yên din jî di wê birîndar de bûne û rewşa wan niha cîgir e.
Apê zarokan Ehmed Heyder destnîşan kir, ew gundê Bîrekora Rojava ya herêma Kobanî ne û ji çend salan ve li Hewlêrê dimînin.