Wezîrê Tendirustiyê plana xebata bi hev re ligel şanda WHO gotûbêj kir
Şandeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê û du rayedarên din ên Wezareta Tendirustiyê li dîwana wezaretê hat pêşwazîkirin.
Hewlêr (K24) – Şandeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê û du rayedarên din ên Wezareta Tendirustiyê li dîwana wezaretê hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî û Rêveberê Giştî yê Planan Dr. Serheng Cambaz û Rêveberê Giştî yê Karûbarên Tendirustiyê Dr. Kawa Xelîl, ligel şandeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ya Ofîsa Iraqê li dîwana wezaretê ya li Hewlêrê civiyan.
Di civînê de rewşa nexweşiya vîrusa Koronayê, rûbirûbûna qeyranan, amadekariya plana bê ya pêkve xebatê, gotûbêja mekanîzmaya xebatê, hemahengiya zêdetir, bernameya bê ya encamdanê, rêkxistin, reformkirina sîstema data û zanyarî yên nîşanderên tendirustiyê li saziyên tendirustiyê hat axaftin.