Mesrûr Barzanî pêşwazî li Rêxistina Main a Norwecî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir
Di hevdîtinê de li ser proje û kar û çalakiyên hevbeş ên Rêxistina Main ên ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gotûbêj hat kirin.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 11ê Nîsana 2022yan pêşwazî li şandeke hevbeş a Rêxistina Main a Norwecî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir.
Di hevdîtinê de li ser proje û kar û çalakiyên hevbeş ên Rêxistina Main ên ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gotûbêj hat kirin.
Biryar e Rêxistina Main a Norwecî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çendîn projeyên hevbeş di warê tendirustî û piştevanîkirina sîstema tendirustiyê de li Herêma Kurdistanê bi rêya dabînkirina derman û amûr û pêwîstiyên bijîşkî, bi qasî zêdetirî 30 milyon dolar di nava pênc salan de encam bidin.