Serok Barzanî pîrozbahiyê li Sekreterê Tevgera Demokratî ya Aşûrî dike
Serok Barzanî: Hêvîdar im biryar û rasperdeyên kongreya we, zêdetir xizmeta tebayî û firehaliya Kurdistanê bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya girêdana 9emîn kongreya Tevgera Demokratî ya Aşûrî û 43emîn salvegera damezirandina wê tevgerê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Yunadim Yûsif kir.
Peyama Serok Barzanî:
Sekreterê Tevgera Demokratî ya Aşûrî birêz Yunadim Yûsif Kena
Bi boneya girêdana nehemîn kongreya partiya we û hilbijartina we wek Sekreterê Tevgera Demokratî ya Aşûrî û her wiha çil û sêyemîn salvegera damezirandina Tevgera Demokratî ya Aşûrî, germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî we, serkirdatî, endam û alîgirên Tevgera Demokratî ya Aşûrî dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.
Hêvîdar im biryar û rasperdeyên kongreya we, zêdetir xizmeta tebayî û firehaliya Kurdistanê bike û biratî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê kûrtir bibe. Partiya we jî di erk û çalakiyên xwe de pêketinên zêdetir bibîne.