Çend Têbîniyên Piştî Erdhejê
Piştî erdhejan karesatên wisa peyda bûn ku em hemû hêj di bin bandorên wê de ne û diyar e ku em ê demeke dirêj jî di bin bandorên wê de bimînin. Karesateke ku mirov nizane behsa kîjan aliyê wê bike? Tiştê herî berbiçav ew bû ku her çiqas pisporan hişyariyên ku ‘dê ew erdhej rûbidin’ dikir, lê welatî jî, berpirsyar û dewleta Tirkiyê jî bêyî amadekarî rastî wê karesatê hatin û ew jî bû sedem ku karesatên nû peyda bibin û her kes di bin de bieciqe.
Belkî saziya ku ji bo rewşên wiha awarte ku pêwîstî û pêdivî bi refleksên bilez divê re ya herî amade; Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bû ku di nav 24 demjimêran de, xwe gihand hewara biberketiyên bûmelerzê (erdhejê).
Her çiqas di medya Tirkiyê de, belkî ji şerma xwe, belkî di rewşeke wiha de jî ji ber hevsengiyên siyasî, behsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Kavîn Grûp di serî de, alîkariyên ji Herema Kurdistanê hatine kirin, nehat kirin, lê welatiyan baş dît ku kî demildest li gel wan bû û bi hemû derfetên xwe hewla rapêçandina birînên wan dide. Helbet ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve, li gel ku li hemû welatên alîkarî kirin, bi zimanê wan destxweşî hat kirin ku em jî destxweşî û minnetdariyên xwe vedibêjin; lê li Herma Kurdistanê ku herî lezgîn û bi pişgiriyeke mezin piştgirî da; destxweşî jî nekirin, ciyê çi gotin û mebestê ye ez nizanim?
Ez dixwazim behsa çavdêriyên xwe yên li Diyarbekirê û bajêrê bêxwedî Semsûrê (Adiyamanê) bikim ku wek rojnamevan, 6 rojên ewil li Diyarbekirê, 10 roj jî li Semsûrê min kar kir. Bajarê Diyarbekirê, wek bêjing hejiya û ji bilî kesên ku di bin 7 bînayên ku rûxiya de mabûn, her kes li ser kolanan bû. Lê saziyên sivîl yên li Diyarbekirê, piştî erdheja ku di demjimêr 4:17’ê 6ê Sibatê de rûdabû, di nav demjimêrekî de, li avahiya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Dyarbekirê kordînasyon ava kirin û piştî ku hewla dabîn kirina pêwistiyên bajêr dan, piştre jî, hewla bi hewarçûyîna bajêrên din de dan. Ciyê destxweşiyê ye.
Tu êşekî ya din sivik nake, lê bajarê Semsûrê ku bi 10 hezaran welatî di bin kavilan de mabû û bajarekî kavil paşde mayî ye; di nav bê derfetiyan de 3 roj bêxwedî mayî; li êşên xwe ‘ax û kederan’ zêde kirine. Dema ku ez gihiştim bajêr, roja 7emîn ya erdhejê bû, lê gelek gund û qezayên wê yên ku hêj rêyên wan girtîbûn, hebûn. Yanî kes bi hewara de neçûbû. Ew jin, zarok û welatiyên ku canê xwe rizgar kiribûn jî bi xizmên xwe yên mirî, bi birînên xwe û bi neçariya xwe re rûbirû mabûn.
Li bajarê Semsûrê, tiştê ku min ji welatiyan bihîst û têgihiştim, dê gotina parêzgar ku gotibû ‘li vir tiştekî nebûye’ û êşên ‘bê xwedî mayînê’, her wek travmayekî bimîne.
Li wî bajarî gotinên helbesta Kemal Bûrkay ya ‘Fedî’ ku li ser jenosîda Helepçe nivîsiye weka bizmarekî di boçûn û hestên mirov de diçikilî, loma jî belkî ew bibin zimanê êşan û hêvîdar im ev karesat dubare nebin.
Ji dengê zikê birçî
Ax fedî dike
Ji jana birînê
Hesin fedî dike
Li kûçe û kolanan
Bê mal û bê war in
Şev fedî dike
Birçî û xasî
Li rê û dirban
Li ser çiyanin
Berf fedî dike
Ji dûmana zer
Weşîn wek pelan
Çivîk û zarok bûn
Mirin fedî dike
Siddik Eren