Ahenga Gera 11ê ya Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê hat kirin

Ahenga Derçûyên Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê
Ahenga Derçûyên Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê

Dihok (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê ragenahd ku merasîmên ahenga derçûyên Gera 11ê ya Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê hatin kirin, ku zêdetirî sê hezar xwedekaran derbaz bûne û bawernameyên zanistî wergitine.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Mesûd Wermêlî ragenahd ku îro roja Yekşemê, 12ê Mijdara 2023ê, merasîmên ahenga derçûyên Gera 11ê ya Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê hatin kirin, ku zêdetirî sê hezar xwedekaran derbaz bûne û bawernameyên zanistî wergitine.

Ji aliyê xwe ve Berpirsê Ragehandina Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê Zîrek Reşîd ku herwesa yek ji rêkxistinkerên wê ahengê bû ji Kurdistan24ê kir got: Ev gera 11ê ya derçûyên Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê ye, di vê gerê de 3453 xwendekar hene ku li ser 53 pişkên xwandinê hatine parvekirin.

Wî got jî ku cudahiya vê zannîgehê ew e ku zanîngeheke teknîkî ye û xwendekarên wê zêdetir di warên teknîkî û pîşeyî de kar dikin.

Wî amaje da wê yekê ku du pişkên nû li zanîngeha wan hatine vekirin, ew jî pişka çêkirina didanan û pişka berhemanîna xwerakî ne. Herwesa wî amaje da wê yekê jî ku du pişkên din jî piştî çend salên veqetiyanê careke din hatine vegerandin, ew jî pişka teknîkî ya ragehandinê û pişka kargêrî yasa ye.

Wî di nav gotinên xwe de behsa wê yekê jî kir ku ev du sal in Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê pêşangehên derfetên karî vedike, par nêzî 250 derfetên karî û îsal jî 100 derfetên karî ji bo derçûyên xwe û xwecih û aware û penaberên parêzgeha Dihokê peyda kirine.

Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê li sala 2012ê hatiye damezrandin, zanîngeha yekê ya teknîkî ya hikûmeî ye li sinorê parêzgeha Dihokê. Ev zanîngeh ji pênc kolîj û şeş peymangehên teknîkî pêk tê. Îsal jî 3453 xwendekar ji vê zanîngehê derbaz bûne û bûne xwediyên bawernameyên zanistî.

Fly Erbil Advertisment