Gotin û gotar
Ji bo her gotarekê zimanek heye, ew ziman ligel xebata siyasî pêş dikeve, herwiha di warên siyaset, wêje û di warên din bi giştî de.
Dema em ji wan re dibêjin ziman, çekê siysetmedaran e, divê herkesê ku berpirsiyaretiyan hilgire bi zimanekî baş zanibe, heta wê astê ku dê çawa bi şêweyekî guncaw gotara xwe pê bîne der.
Ew gotara ku bibe, amîra bandorê li bîner, bîser û xwêner û bihêle ku baweriya wî bi te were, ne ji te bireve.
Roja 28.07.2024z endamê berê yê Komîteya Navendî ya Partiya Domokrat a Kurdistan – Sûriya (PDKS) û mamoste di Kolêja Zanistên Siyasî de li Zankoya Selahedîn li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî, di hevpeyvînekê de ligel radiyoya ARTAfm li Amûda Rojavayê Kurdistanê behsa gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir, ji wan jî mijara koçberiya bêsereûber ji welêt û metirsiya vê yekê li paşeroja Rojavayê Kurdistanê û guhertinên dîmografî li gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê.
Ji aliyekî din ve jî behsa girîngiya mana Rêveberiya Xweser, çaksaziya wê û girîngiya rêkeftina aliyên Kurdî û gelek mijarên din kir.
Şêweyê ku Dr. Kawa pê qise kir li ser koçberî û koçberan û bikaranîna çend gotinan bi serê xwe, hişt ku wisa ji wê were famkirin ku ew sivikayetiyê bi koçberan dike, wate mijar hemû berovajî bû.
Dr. Kawa Azîzî mebesta wî qet ne ew bû ku sivkayetiyê bi koçberan bike, nemaze ew bi xwe û malbata xwe jî li li welaêt dijîn, lê di hevpeyvînên bi ragihandinê re her gotinek dibe ku pirsekê veke û xelk bi çavekî din li gotinan dinerin û guhdar dikin.
Hin gotin hene di rûniştinên wisa nayên gotin (Çeqçiqandin, Salûk, Kenas, Xityarên xelkê paqij dikin…hd).
Bikaranîna wan gotinan hişt ku armanc û mebest berovajî bên famkirin.
Di wexta ku xwest roniyê bîne ser êşa mezin ji ber koçberiya bikom, mijar çû warekî din.
Yek ji kêmaniyên tevgera Kurdî bigiştî ew e ku di gotara xwe de berdewam encamên nêgatîv bidest dixe.
Ev yek jî girîngiya gotinê û girîngiya gotarê tîne ber çavê mirov.
Berî demekê mirovekî akadîmî dîsa li ser ARTA digot .. " heta rewş baş bibe ez dê ji Ewropayê vegerim gundê xwe an jî welatê xwe".
Li gorî min ev gotin li ser ragihandinê hestê xelkên ku li welat mane û qurbaniyên mezin dane û rojane qurbaniyan datînin lê hêşta jî dixwazin li warê xwe bimînin, dişkîne. Mirov dikare bêje, lê bi rengekî din.
Ji vê yekê diyar dibe ku hîna jî em di gotinê de û di gotarê de "taybet bi Kurmancî" em lawaz in û gelekî jî.
Hîna (serkirde, berpirs) bi taybe dema li gel ragihandina bi Zimanê Kurdî (Kurmancî) qise dikin, hîç girîngiyekê bi zimanê xwe nadin, gotinekê ji vir yekê ji wir, bi Kurmanciyekê diaxivîn tu dibêjî li kolanê li gel çend hevalên xwe diaxife, anjî li oda xwe rûniştiye û qerf û henekan li gel mêvanên xwe dike.
Çi cara ku berpirsekî partiyên Kurdî (Rojavayê Kurdistanê) derdikeve ser telivizyonê, li cihê ku bandora wî ya posîtîv zêde bibe û xelik bêhtir xwe li dorê bidin hev, ew xelkên ku ji dûr ve jî baweriya wan pê dihat êdî di derencama gotar û gotinên wî de encamên negative têne ara û xelk bêhtir xwe ji dora wî didin alî.
Ragihandin, Medya Civakî çeqoyekî herdu aliyên wê zor tûj in, an tê pê armanca xwe pêk bîne heger te bi şêweyê guncaw bikaranî, an jî tê pê xwe birînbike û dibe ku xwe bikuje jî.
Ne tenê Dr. Kawa Ezîzî lê bêhtirên (serkirdeyên) me, û bêhtirên partiyên Encumana Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) hîç guhdanekê bi babeta ragihandinê, ziman, strarîjiyên ziman û perwerdeyê, nadin û dema tu ji wan re dibêjî, bêhtirên wan dibêjin; ev tişt piştî bidestxistina danpêdanê bi mafê me tên, nizanin ku ev tişt dibe hêz û alîkar ji bo ku mafên me pêk bên!.
Ew bi xwe nizane, an jî xwe dike ku nizane, an jî zane û nake .. her yek jî ji van xalan ji ya din xirabtir e.
Xebata siyasî, ne tiştekî cuda ye ji xebatên çand, perwerde, abûrî û xebatên jibo ziman e …hwd.
Piştî ewqas sal heger hîna bi sûde be, divê lêvegereke cidî li gotara van partiyan were kirin û careke din nekevin şikestinên wisa.
Dawî gotin ew e: mêranî ew e ku mirov li kemûkurtiyan mukurê were û hewl bide ku tiştên hele serast bike.