Eger sozên dewletê ne jidil bin dê Kurd û Tirk jî winda bikin
Ev 500 sal e ku Miletê Kurd rojeke aram neditiye, bi hêjayiyên xwe yên netewî şad nebûye, li ser axa bav û kalên xwe dîl, di bin zilm û azaran da dijîn. Serê wan hatiye jêkirin, koçber bûne. Di riyên koçberiyê de bi hezaran giyanê xwe ji dest dane; terş û heyînên wan talan bûye û ew hatine zindan kirin. Bi 100 hezaran însan hatine qetilkirin, welatê wan hatiye dagîrkirin, ji mafê xwe yên netewî (çand, dîrok, ziman, wêja ) bêpar mane.
Ev rûdan tenê ne di dema Osmaniyan û sefawiyan de çêbûne, bi piranî di dema cumhuriyetê, di desthilatdariya îdeolojiya kemalizmê de jî çêbûne. Tevlî van zilm û zoran dîsa em kurdên Bakur, dewleta Tirk ji a Ereban û Farisan dilovantir hîs dikin û tercih dikin.
Ger ku dewleta Tirk mafê Kurdan nas kiribûna, hemwelatiya Kurdan bi rengê wekhevîtî û demokratîk di yasayên xwe de bi pejiranda, bawer im ku yek Kurd cudabûna ji dewleta Tirk ne difikirî. Hinek dibêjin “pirsgirêka kurd” ev hevok ne rast e, di eslê xwede navê wê pirsgirêka Kurdistanê ye. Divabê dewlet vê pirsgirêka xwe ew bixwe çareser bikê.
Ev jî bi soz û helwest û bi têkilîyên rasteqînî, bi bang û dirêjkirina destên dilovanî û samîmî pêk tê, ne bi armancên xapandinê. Dema berêz Dewlet Bahçelî destê aşîtiyê dirêji DEM’ê kir û bang li Ocalan kir û got “were li meclîsê, di gurûbê DEM Partiyê de bi axive, bibêjê min teror qedand û rêxistina PKK fesix dikim” Serokkomar Berêz Recep Teyyip Erdoxan jî piştgirtî ya xwe da vê pêşniyara Dewlet Bahçelî.
Em Partiya Demokrata Kurdistanê -Tirkiya (PDK-T) vê bang û helwesta berêz Dewlet Bahçeli û pejirandina Serokkomar li ser vê babetê erênî dinerxînin. Di dîroka de ev banga wilo pirî caran ji Kurdan re hatiye dayîn, lê pêk nehatine. Di dema peymana lozanê de Mistefa Kemal, bangî Kurdan dikir; “Kurd bê Tirk, Tirk bê Kurd nikarin bijîn, Tirk û Kurd öz kardeşin” îlan dikir. Heta bahsa mafê xewseriya herêmî û mafê federesyonê jî bang dikir. Lê mixabin ku dema karê xwe di qedand, Kurd dîl girtin, tiştên di destê kurdan de hebûn ew jî ji wan stand. Tiştên ku niha Dewlet Bahçeli û Serokkomar dibêjin jê metirsî ev e;
1. Kurd vê wekî hemen banga Mistefa Kemal dinerxînin. Ji ber vêya di metirsiyê de ne.
2. Ji ber ku binê van bang û hewildanan vala dibînin.
3. Gelo armanc çi ye? Dê çi bê kirin ne diyar e.
Eger ku ev bang ji dil be, tifaqa Cumhur bixwaze ve kêşeyê çareser bike, pêwist e bi hêz û saziyên sivîl demokratîk re, bi Partiyên Siyasî yê Kurdî yên ku ne piştegirên çekdariyê ne; tenê bi rêya meşrû, legal û demokratîk doza mafê xwe yê rawa dikin re, têbikevê nava hewildanan, têkilîyan deynin, hevdîtinan pêk bînin, komisyonan bi hinêrin heremê. Bi nûnerên gelê Kurd û partiyên Kurdan re rûnin, li wan guhdar bikin, rê û rêbazên çareseriyê bi hev re bibînin. Diyar e ku dîrok xwe dûbare dike. Pêvejoya Lozan a 2. (dûyemîn) di rojeva dewletên mezin de diçirîsê. Di rojhilata navîn de xêzên nû li erdnîgariya herêmê, di bin van çirîskên nû de dê bên xişkkirin. Me hêvî heye ku destê dewletê vê carê ji kurda re destê rasteqîn û dilovaniyê be.
Eger ku ahd û sozên dewletê ne ji dil be û Kurd jî ji Lozana 1923 sûd ne wergirtibin, wê Kurd jî û Tirk jî winda bikin. Em hêvîdar in ku gelê Kurd li ser masêya Lozana 2. bê nakokiya navxweyî, yekgirtî, bi hêz û bi yek helwest, bi yek dengî û bi rûmet cîyê xwe bigirin. Xwe ji peymanên nû re amade bikin. Ev nebê nabê.