Pirtûkxaneya Kurdî û Nivîskariya bi Zimanê Biyanî

Pirtûkxaneya Kurdî û Nivîskariya bi Zimanê Biyanî
Pirtûkxaneya Kurdî û Nivîskariya bi Zimanê Biyanî

Di nava rewşenbîr û nivîskarên Kurd de gengeşeyeke kûr û kevnar ji nû ve germ bûye: Gelo dema nivîskarekî Kurd berhemeke xwe bi zimanekî din (erebî, tirkî, an farisî) dinivîsîne, ew berhem dikeve nav pirtûkxaneya kurdî? Ev pirs ne tenê teknîkî ye, lê belê bi reh û rîşalên nasname, çand û paşeroja zimanê me ve girêdayî ye.

Li aliyekî, parêzvanên zimanê zikmakî bi tundî dibêjin "na". Li gorî wan, ziman ne tenê amûreke danûstandinê ye, belkî stûna sereke û hêmana bingehîn a avakirina nasnameyê ye. Nasname, mîna xalîçeyeke ji gelek rengan, bêyî ta û bendê ziman qet temam nabe. Zimanê kurdî bi sedsalan di bin zext û siyaseta pişaftinê de bi saya lorîkên dayikan, qêrîna dengbêjan û çîrokên bapîran karîbû cewhera xwe biparêze. Lewma, nivîsandina bi kurdî ne tenê hibijardineke kesî, lê berpirsiyariyeke dîrokî ye.

Li hemberî vê nêrînê, aliyê din jî bi hincet û bihaneyên cuda bersivê dide. Ew dibêjin ku nivîskarên Kurd ên bi zimanên serdest nivîsandine, xwe nedane destê çanda dagirker. Belkî, wan ev ziman wek amûrekê bikar anîne, da ku rûyê şaristanî yê gelê Kurd nîşanî cîhanê bidin û nasnameya xwe ji "yê din" re vebêjin. Li gorî wan, giyanê kurdî di binhişê nivîsê de veşartî dimîne. Herwiha, ew îşaret bi qedexeyên li ser zimanê kurdî, bi taybetî li Sûriyeyê dikin ku nivîskar neçar diman bi erebî binivîsin, da ku nekevin ber gefên girtin û lêpirsînê. Ji bo hinekan jî, nivîsandina bi zimanê biyanî "berxwedaneke sembolîk" e; anku bikaranîna zimanê serdest, ji bo veguhastina trajediya kurdî ji cîhaneke berfirehtir re ye.

Lê belê, ev gengeşe divê di çarçoveyeke nû de bê nirxandin. Rast e ku rêjîma Beis li Sûriyeyê zimanê Kurdî qedexe kiribû, lê belê 14 salan desthilata wê li ser herêmên Kurdî nemabû. Herwiha gelek nivîskar û rewşenbîrên me zêdetir ji deh salan e li Ewropa û Herêma Kurdistanê dijîn û derfeta wan a nivîsandina bi kurdî ji her demê zêdetir e. Tevî vê yekê jî, em dibînin ku piraniya wan hîn jî berhemên xwe bi zimanê erebî dinivîsînin.

Ev rewş metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Eger nifşê me, yê ku jiyana gundan dîtiye, guhdariya zimanê pak ê bapîr û dapîran kiriye û ji kaniya pak û zelal a çanda kurdî vexwariye, xwedî li vî zimanî dernekeve û bi zimanê xwe nenivîse, ma wê paşeroja zimanê me çi be? Ma nifşên pêşerojê, yên ku dibe ku ev kok û kaniyên wan tune bin, wê çawa zimanê xwe biparêzin û pê binivîsin?!

Ji bo ku ev metirsî baştir bê fêmkirin, em dikarin berê xwe bidin vê çîroka xalê min: "Di salên 90'î yên sedsala borî de, xalê min li Deşta Sorkê ya Efrînê tovê zebeşên dureh (hybrid) bi pereyekî zêde dikirî û diçand. Salekê, wî biryar da ku ji bo sala din tovê ji zebeşên xwe bigire, da ku pereyên zêde xerc neke. Lê sala piştî wê, dema wî ew dendik çandin, li şûna zebeşên şîrîn, 'qitî', 'encûr' û 'kelekên' tehl jê şîn bûn."

Gelo qedera berhemên me yên ku tovê wan ne bi zimanê me ye jî, dê wiha be? Gelo em dikarin bi tovê biyanî, zeviyên wêjeya xwe şîn bikin?

Ev metirsiya navxweyî, bi gefeke cîhanî jî re rûbirû dimîne. Çanda kurdî û hemû çandên kevneşopî li hemberî çanda gerdûnî ya ku bi amûrên teknolojîk ên xurt dikevin heta nava malên me jî, lawaz dimînin. Di serdemeke ku tora înternetê hemû sînoran hildiweşîne de, parastina ziman tenê bi axaftinê nabe.

Li gorî UNESCOyê, ji 7 hezar zimanên zindî yên cîhanê, tê payîn ku heta dawiya vê sedsalê zêdetirî nîvê wan ji holê rabin. Zimanzan û dildarên zimanan li seranserê cîhanê hewl didin ku van zimanan ji mirinê rizgar bikin, lê em hîn jî di wê gengeşeyê de ne ka gelo berhemên bi zimanên din, dikevin nava pirtûkaneya kurdî yan na!!

Pirsa me ne ew e ku nivîskarên Kurd bi zimanên din nenivîsin; lê belê, berpirsiyariya sereke ya rewşenbîrên me ew e ku berê xwe bidin zimanê xwe û pirtûkxaneya kurdî bi berhemên nû dewlemend bikin. Divê em pirtûkxaneya xwe bi destên xwe ava bikin, berî ku zimanê me jî bibe yek ji wan hejmarên ku di amarên UNESCO'yê de winda dibin.