Cano Amedî
Nivîskar
Serdana Rêzdar Mesûd Barzanî ya Cizîrê û derbarê hişmendîya neteweyî de
Bi beşdarbûna Birêz Mesûd Barzanî, Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî ya 4. ku li Cizîrê hat lidarxistin, li cîh û mekanên serdan kir, eleqeyek mezin a gel dît, pêlên coş û kelecanîya gel, di nav civakên Tirk û Kurd de bertek û sempatîyeke cidî çêkir. Nîqaşên li gel û dij vê serdanê, platformên medyaya civakî derbas kir û bi daxuyaniyên sazî û rayedarên dewletê, rewş berbe qonaxe din veguhezî.
Dilxweşî û coşa gelê Cizîrê, careke din bandoreke kûr li ser enîya dijî-Kurd kir. Fikarên “bekayê” (mayîndebûnê), hezeyanên nijadperestî û qeyranên tirsê yên aşîna ji nû ve zindî bûn. Rastgir, çepgir, îslamîst, lîberal, muhafazakar, faşîst, laîk, komunîst û cümle hemû rengên Kemalîstan, mîna "koroya dengên ji welêt", cihên xwe li ser sehneyê girtin û bi kelecanîya "merşa sala dehem" wezîfeyên xwe bi cih anîn.
Tevî ku Birêz Mesûd Barzanî vexwendineke ku jê re hatibû kirin qebûl kir û li gorî rêzikên protokolê yên fermî tevgeriya, tevlî ku ji bo hatina wî asteng bikin, bi rojan jê re astengî, zehmetî û hêncetên rêgirtina derxistin jî aqilê Kurd û hişmendiya neteweyî ya Kurd, li dijî neyînîyên muhtemel serfiraz bû. Gava Birêz Mesûd Barzanî ji odeyek mala xwe derbasî odeyeke din bû, gelê Cizîrê bi aqil û hişmendîyek milî tevgeriyan, bi serokê netewî re beşdarî hemû cîhên serdanê bûn, pêre meşiyan û bi heyeta wî re hevaltî kirin û bi numayiş jê re hezkirina xwe nîşan dan.
Li ser bingeha vê rastiyê ku ev mesele dê hê bêtir avê rake, ev nîqaş dê hinekî din jî bidomin. Bertek û refleks jî dê li gorî ruhê pêvajoyê bimeşe. Aqilê kûr ê li pişt stratejiya Dewleta Tirk ya ku "Bila Kurd diya xwe nebîne" li hemberî atmosfera ku zanîna netewîtîya Kurd ku pêşdikeve, bi awayekî cidî aciz û bi hêrs e. Ancax rastiyek ku hesab nakin heye: Êdî tîr ji kevan derket, heta negihîje menzîla xwe, wê ev pêl nesekine û netemire.
Wekî şahidê axaftin û serdana cîûwarên girîng ji alî Birêz Mesûd Barzanî, bûm hevparê wê coşa civakî û kelecan û dilşadîyek milî jiyam. Birêz Barzanî di axaftina xwe de, peyamên di nava hevokên xwe de dida nişandan, helbestên ku xwend û sembolên neteweyî, peyamên zelal bûn. Di çerçova zanîna dîrokî, erdnîgarî û netewî de, aîdîyeta netewîtîyê raberkirina bi hevok û peyamên zelal, kelecanî û coşek mezin çêkir. Ev coşîn, bi çepik û dirûşman, taybetmendiyeke civakî çêkir. Wate û peyamên di kûrahiya hevok û ristên wî de pir girîng bûn ku rojevek sermijarên diviyabû ku li ser bihatana nîqaşkirin çêkir.
Birêz Mesûd Barzanî, bi îşaretkirina Ahmedê Xanî, Alî Herîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, bal kişand ser mijara zanîna dîrokî, aîdîyeta neteweyî û hişmendiya netewî; careke din rastiya me ya siyasî, civakî, erdnîgarî û dîrokî anî bîra me. Bi mîtolojiya Gemiya Nûh û Çiyayê Cûdî re, û bi balkişandina ku li ser vê erdnîgariyê ku dîrok û jiyan çiqas kevnar e, rabirdûya kûrbûna neteweya Kurd destnîşan kir. Bê şik, kesên ku di rêzên protokolê de rûniştî bûn, zanîbûn ku navnîşana van peyaman ew bi xwe ne.
Her wiha, dubarekirina rêzikên ku Birêz Mesûd Barzanî di 17’ê Îlona 2017’an de, di dema referandûma serxwebûnê de, li Zaxoyê ji Melayê Cizîrî xwendibû, li Cizîrê carek din raberkirina wî watedar bû. Ji alîyê wate û girîngîya siyasî ve, peyameke ji bo her kesî hêjayî balkêşîyê ye.
Barzanî bi çavlêgerandina yên li salonê, li rêzên protokolê û ekranên ajansan, xwendina van rêzên Melayê Cizîrî, awaza dengvedan û belavbûna dengê wî li salonê watedar bû.
“Piştê nadin du hezar xençer û tîr û rîm û xişt/ me serî danîye rê û bi Xwedê bistîye pişt.”
Û di berdewamiyê de dîsa ev rêzên Melayê Cizîrî rêz kir:
“Gula baxê îrema Botan im / şebçeraxê şevên Kurdistan im”
Rêzikên ku Birêz Mesûd Barzanî ji Melayê Cizîrî xwend, bi qasî wateya wan ya felsefî, ewqas wateya wan ya siyasî û dîrokî jî hebû. Ew rêzik kodên hişmendiya neteweyî ya Kurdî nîşan didan. Loma, divê nerîn û şîroveyên me, vê rastiyê li ber çavan bigirin û vê rastiyê piştguh nekin.
Xalek din jî ev axaftin, yên di demek nêzîk de dîrok ji xwe de destpêdikirin û ezmûnên borî înkar dikirin re bersivek bû. Dibîranîna navên Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Alî Herîrî, Feqîyê Teyran, Mewlana Şêx Ahmed Barzanî û destnîşankirina raborîyê, ji bo bîranîna mîrata me ya dîrokî girîng bû. Hetanî îro jî hin derdor di labîrentên îdeolojîk de ku hertişt bi wan re destpêkiriye tevdigerin:
“Ji me pê ve kes nîne / ji me pê ve tu hêz tune(!)”
Lêbelê, dîroka têkoşîna siyasî û civakî bi tevahî xwe disipêre ezmûn û serpêhatiyên raborîyê. Ew mîrate hevpar ya mirovahiyê ye, bîra dîrokî ya neteweyan e. Em dizanin ku dîroka mirovahiyê li ser nirxên û mîrata çandî ya hevbeş hatiye avakirin. Yên ku dîrokê bi xwe didin destpêkirin, yên ku girêdanên dîrokî yên di navbera raborîyê û pêşerojê de red dikin, yên ku xwe wekî navenda cîhanê di xeleka çerxeke girtî de nîşan didin, yên ku bi civak û dîroka xwe re ne di aştiyê de, zû an dereng dê neçarî rastiya tûj ya leleyên ku li stûyên wan ketine rû bi rû bimînin.
Ji ber vê yekê, heke em vegerin raborîyê, ku di salên 1690’î de, gotinên hêja yên Ahmedê Xanî careke din tîne bîra me ku siyaseta îttîfaq û piştgirîyê pêwîstîyek jiyanewî ye. Ev rastî wekî "karê malê" li holê radiweste û berpirsiyarîyên me yên ji bo bicîhanîna vê pêwîstiyê tîne bîra me. Ahmedê Xanî wiha dibêje:
“Ger dê hebûya me îtîfaqek / Vêk ra bikira me înqîyadek/ Rûm û Ereb û Ecem temamî / Hemûyan ji me re dikir xulamî/ Tekmîl dikir me Dîn û dewlet / Tehsil dikir me îlîm û hîkmet”
Pêşengê hişmendiya neteweyî Ahmedê Xanî pir caran di helbestên xwe de mijara yekîtî û piştgiriya neteweyî bilêvkiriye. Bi kurt û kurmancî her tim rê û rêbaz nîşanî me daye.
Em bûn şahid ku li Cizîrê ji aliyê gel ve bi coş pêşwazîkirina Birêz Mesûd Barzanî, xwedî lê derketin û bêyî ku di bin bandora astengiyên îdeolojîk ên zîhniyetên serdest de bimîne, ligel hewldanên provokasyon û îzolasyonê, gelê Cizîrê li ser xeta hişmendiya neteweyî tevgeriya. Pêdivî ye ku ev rastî bi rewşên raborîyê re were beramber kirin û şîrove kirin.
Taybetmendiyên hevpar yên hişmendiya neteweyî, fesala gîyanî, karaktera neteweyî û hezkirina welêt ku li hemî beşan zindî û çalak e, divê em bi rêya hin pêvajo û bûyerên ku mohra xwe li dîroka me ya nêzîk xistîye têbigehîjin.
Li hemberî geşedanên li perçeyên din, di nava xeleka zanîna neteweyî de bandorekê li civaka Kurd dike. Ev bandor her ku diçe, vidiguhêze berbe bandora domîno ve ku em vêya di dîroka nêz de gelek rêze geşadanên civakî, sîyasî û çandî de dibînin.
Em dikarin pêvajo û bûyerên ku ji vê rewşê re bibe mînak ev in:
- Damezrandina komara Kurdistanê û Serokatîya Qazî Mihemmed
- Têkoşîna çekdarî ya ji salên1960 an vir de û rola Mele Mustafa Barzanî
- Dîsa bandora şerê çekdarî yên ku li beşên dinê pêk hatîne.
- Peymana Otonomiyê ya 1970’an li başûrê Kurdistanê
- Piştî jenosayda Enfal û Halepçe, bertek û hevkarîyên hevbeş
- Avakirina Parlamana Federal a Başûrê Kurdistanê
- Parastina Kobanî û hatina Pêşmerge ji Başûrê Kurdistan ve
- Serdana Barzanî ya Amedê û pêşwazîya gelê Amedê ya 2014
- Pêvajoya Referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 2017an û hevkarîya hemû parçeyên Kurdistanê û Dîaspora
- Şerê li dijî DAÎŞê, li Başûr û Rojava
- Niha serdana Rêzdar Barzanî ya bajarê Cizîrê…
Ev pêvajo û bûyerên din yên nehatine gotin, nîşanî me dide ku serdema siyaseta neteweyî çiqas çalak bûye. Felsefeya bingehîn ya siyaseta neteweyî, bi siyaset û stratejiyeke ku ji mafê miletbûnê tê, Kurd li ser berjewendiyên neteweyî mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin. Loma, bi tevgerek li ser van rastiyan, avakirina siyaseta neteweyî pêwîstiyek civakî ye. Muhatabên vê pêwîstiyê, hemû pêkhate û navendên siyasî yên neteweya Kurd in.
Di dawiya nivîsê de dixwazim behsa du xalên din bikim. Beşek mezin ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, kesayetên bibandor û raya giştî ya welatparêz li Bakurê Kurdistanê an ji beşdarbûna Birêz Mesûd Barzanî ya sempozyûmê ne hatin agahdar kirin, an jî ne hatin vexwendin. Tenê beşek pir teng hat vexwendin. Ger kesên me behs kirî hatibûna vexwendin, hatibana agahdarkirin, bi hawekî rêxistinî dê pêşwaziyek pir mezin û bi coş bihata kirin.
Xala din jî daxuyaniya Birêz Mesûd Barzanî ya di sempozyûmê de got: "Em piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin. Em jibo hewldanên wan yê aşitîyê ez spasiya Birêz Erdogan, rayedarên dewletê û Birêz Ocalan dikin. Em amade ne ku di vê mijarê de her tiştê ku dikeve ser milê me bi cih bînin." Bê guman, zimanê dîplomasî û siyasetê cuda ye, divê em rexne û şîroveyên xwe li gor vê rastîyê bikin.
Ev daxuyanî ji gelek aliyan ve hat nîqaşkirin. Ev daxuyaniya Birêz Mesûd Barzanî ne ya yekem bû, ne jî tiştekî nedîtî bû. Rêveberên Başûrê Kurdistanê ji destpêka vî karî ve her gotin ku ew piştgiriya vê pêvajoyê dikin, heta ku ew aktorekî bi bandor yê vê pêvajoyê ne.
Em wek PWK, li ser bingeha daneyên heyî, bê guman me got û em dibêjin ku ev pêvajo wekî pêvajoyeke "Aştî, çareserî, civaka demokratîk" nayê pênasekirin. Loma, her cure hewldan an "pêvajo" ku mafên neteweya Kurd ên ji netewebûnê tê, bête înkar kirin, statu û nasnameya wan bêt red kirin, her hewladan an “pêvajo”, berdewama sîyaseta ferzkirina yekalî ye. Me çendî car rexne û nêrînên xwe bi raya giştî re parve kirîye.
Bê guman, pêkane ku mirov kare bibêje: Birêz Mesûd Barzanî jî bêtir di wateya bêdengkirina çekan de û piştgirîyê dide afirandina zemîna rêbaz û amûrên aştiyane, siyasî, sîvîl û demokratîk.
Gelo gengaz e ku mirov bifikire kesayetek ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya neteweya Kurd feda kiriye ku dê piştgiriyê bide Dewleta Tirk ku behsa tu maf û azadiya Kurdan neke, an jî nizanibe ku Ocalan ji bo Kurdan daxwaza tu maf û azadiyê nake?
600 gundên Başûrê Kurdistanê bi salan e bûne qada şerê PKK û Dewleta Tirk; Dewleta Tirk bi hinceta PKK'ê, beşek ji Başûrê Kurdistanê dagîr kiriye. Di vê wateyê de, normal û rast e ku rêvebirên Başûrê Kurdistanê rawestandina çekan ya PKK'ê wek biryarek erênî bibînin û heke gengaz be, parastina vekişîna Dewleta Tirk ji cihên dagirkirî bikin. Her wiha, eşkere ye ku rawestandina çekan ya PKK'ê ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê belê li bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê jî dê di berjewendiya gelê me de be.
Lê pirsgirêk ne tenê rawestandina çekan ya PKK'ê ye. Em dibêjin divê Dewleta Tirk jî şer bi dawî bîne û ji bo çareseriya demkurt, demdirêj û demnavîn ya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, hemû partiyên Kurd, rêxistinên civaka sîvîl û kesayetên Kurd ên di civakê de xwedî gotin bin, wek aliyekî Kurd qebûl bike û bi vî Aliyê Kurd re rûnê ser maseyê. Pêwîstîyên pêvajoyê li gor vê rastîyê dîzayn bike. Pêvajoyek ku alîyên Kurdî têde nebin û temsîlkarîya kurdî tüne be, ew pêvajoya xapandin û dîl girtinê ye.