Azar Hiso
Nivîskar
Windabûn di Dirûşman de
Ernest Hemingway di romana "Pîrmêr û Derya"yê de, behsa hewldana bêsûd a kesekî dike ku li ser keştiya xwe dixwaze masî bigire û nikare. Pîrmêr bêhêz e, belkî bizane nikare û dîsa jî didome. Li wir Hemingway ji me re dibêje: Domandina hewldana bê encam, windabûn e.
Eger beriya sala 2011ê (raperîna gelê Sûriyê) te serdana Qamişloyê kiribûya, bajarekî feqîr lê zindî dibîna.
Tevî desthilatdarî û zulma Be’sê, xelkê bajêr li ser lingên xwe sekinîbûn, hêvî di çavên wan de dibînî, giraniya rûyên wan rengdana jiyanê bû. Gava dizanîn mêvan î û bi taybetî ji başûr hatî, xêrhatinê ji te dikirin, hez dikirin ligel te bipeyvin, xizmetê li te bikin. Kolanên bajêr avedan bûn, dengê lîstik û şahiya zarokan hestek xweş dida te. Malên wan çiqas biçûk jî bin, lê paqij û pirrî jiyan bûn.
Di destpêka raperîna dijî rejîma Be’sê li Sûriyê de, Kurd tenê temaşe dikirin û tu gavekî neavêtin, lê rejîma Esed dest pêşxist û bi hevhengiyê ligel (PKK) bernameya kontrolkirina Rojavayê dariştin. Wî çaxî, Salih Muslim li Qendîlê bû. Berpirsên îstîxbarata Sûrî bi firokeyeke leşkerî çûn Silêmaniyê û şevekê li wê man, ji bo roja din Salih Muslim ligel xwe birin Şamê.
PKK bi alîkariya rejîma Be’sê bi navên cuda (PYD), (YPG) û ... di bin rêberiya Salih Muslimî de kontrola Rojavayê kir. Navenda îstîxbaratê wek xwe ma û her di destê rejîma Be’sê de bû, balefirgeha Qamişloyê jî di destê Be’siyan de bû. Peykerê Hafiz Esedî jî her li cihê xwe bû.
Piştî wê, diyardeya herî berçav, daliqandina wêneya Ebdullah Ocalan li dîwar û deriyên bajêr bû. Ebdullah Ocalan ne tenê di zindanê de bû, rêberî jî dikir. Me gelek caran ji girtiyên siyasî yên Kurd bihîstine ku dagirker çawa Kurdan di zindanê de zindî ragirtine û nekuştine. Guh bidin bîranînên (Mehdi Zana) û yên din, ku di zindanên Tirkiyê de çi li girtiyên Kurd tê kirin. Ew bêaqilî ye ku mirov rêberiya kesekî bişopîne ku girtiyê Tirkan e. PKK li Rojavayê wisa kir û hê jî didomîne.
Nehiştin ku tu kes, rêxistin û partiyeke ji derveyî PKK çalakiyê bike. Bi taybetî dijîtiya wan kirin ku neteweparêz bûn û mebestên wan maf û axa Kurdistanê bûn. Ala Kurdistanê hat qedexekirin.
Malbatên neteweyî ji tirsa PKK mal û milk berdan. Sedema sereke ya koçberiya piraniya Kurdan ji Rojavayê, PKK bûye.
Di qonaxa rabûna DAIŞê de, yekem bajarê Kurdan li Rojavayê ku ket bin xeterê, Kobanî bû. Wê demê şerê dijî DAIŞê nûçeya yekem a hemû medyayên cîhanê bû.
DAIŞ Kobanî dorpêç kiribû, hin taxên Kobanî jî girtibû, kur û keçên Kurd parastina Kobanî dikirin.
Hemû Kurdan xema ketina Kobanî hebû.
Wê demê Erdogan li ber çavên kameran got; Kobanî xelas bû. Serok Barzanî jî got; Kobanî bajarek Kurdan e û nakeve. Serok Barzanî ligel Amerîka û hevalbendan peyman kir û Pêşmerge bi ala Kurdistanê re şand Kobanî û bi piştevaniya Pêşmerge, hevalbend û parastina gelê Kobanî, bajêr nekete.
Kobanî rûpela herî geş ya dîroka Kurdan li Rojavayê ye û em hemû bi wê serbilind in.
Piştî nemana xeterê li ser Kobanî û deverên Kurdî û vegera Pêşmerge, PKK dîsa xwe xist pêş.
Ciwanên herî jêhatî û wêrek ên Kurd hatin şandin bo Minbic û Reqayê û ... û hatin qurbanî kirin ji bo bilindkirina slogana biratiya gelan. Kîjan ji we dilê xwe tê keça 15 saliya xwe bişîne meydanê dijî cihadiyan?
Tu malbat nikarîbû pirsa şervanê xwe yê canfidakirî bigire, heya ku amadeyên wê pirsê biçin bin wêneya Ebdullah Ocalan û serbilind bibin ji wê ku rêberiya kesekî bişopînin ku li tu derê nîne û di zindana dagirkerê de ye.
Van rojan here Qamişloyê, dibinî bajêr vala ye, ew ku dixwazî bibinî, nayê dîtin, taxên nû yên Ereban derketine. Taxên Ereban avedan in û tije zarok, genc û ciwanin.
Taxên Kurdan bê ciwan û gencin. Ciwanên Kurd bi zorê hatin şandin Minbic û Reqayê ta canên xwe ji bo biratiya gelan bidin, hindên kêmên mayin jî, bajêr berdan û çûn.
Niha Qamişlo bêdeng û ketî ye, gava diçî nav bajêr kes li te nadişe, kes nêrî qise bike, gelekî westandî û reşbîn dibinî, rûxweşî û geşî nabinî, kes xêrhatinê li te nake. Jiyandariya bajêr nayê dîtin.
Piştî ewqas salan, dîsa çargoşeya ewlehiyê û cihên girîng ketin destê Şama Colanî. Kurd dibêje; gava nizanî biçî ku derê, stûyê xwe mede rê.
Daliqandina wêneyek û bilindkirina slogana windabûyî, nîşane û îşaretên ku diyar e ku PKK desteke ku nehişt Kurd bibin xwedî serweriya xwe û erka têkdana civaka Kurd jê re hatibû sipartin.