Deriyê Gumrikê yê Kaniya Xezalan piştî 12 salan hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Deriyê Gumrikê yê navçeya Kaniya Xezalan a ser bi Rihayê ve, ku yek ji xalên girîng ên derbazbûnê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ye, piştî nêzîkî 12 salan ji nû ve hate vekirin. Prosedûrên ketin û derketina bi pasaportan li wî derî ji nû ve hatin destpêkirin.
Li Deriyê Gumrikê yê Kaniya Xezalan, ku di sala 2014an de ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê û fikarên ewlehiyê ji bo derbazbûnên bazirganî û sivîl hatibû girtin, serdemeke nû dest pê kir. Gelek welatiyên ku dixwestin derbazî Sûriyeyê bibin ji saetên sibehê ve li ber deriyê gumrikê kom bûn.
Piştî ku kontrolkirina pasaportan û prosedûrên ewlehiyê qediyan, derbazbûn pêk hatin.
Vekirina derî ji bo derbazbûnên sivîl piştî gelek salan ji aliyê welatiyên ku li herêmê dijîn ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.