Ziman û Nivîs: Nexşeya Ramanê û Lengerê Nasnameyê

Ziman û Nivîs: Nexşeya Ramanê û Lengerê Nasnameyê
Ziman û Nivîs: Nexşeya Ramanê û Lengerê Nasnameyê

Di dîroka şaristaniyê de, ziman ne tenê amrazeke peywendiyê ye; ew nexşeya ramanê û bingeha nasnameyê ye. Kurdan ji zû de ev rastiya hebûnê bi penda xwe ya zêrîn pênase kiriye: "Dar li ser koka xwe şîn dibe, mirov jî li ser zimanê xwe." Ev gotina pêşiyan nîşan dide ku ziman – çi axaftin be û çi nivîsandin be – ne tenê veguhastina peyvên rojane ye, lê belê parastina koka bîr û hizra Kurdewarî ye.

Têkiliya Nivîs û Mejî
Ziman şêweyekî tevgera ramanî û civakî ye ku di bîra mirov de bi rêya peyv û hevokan tê hûnandin. Zimanê nivîskî ji zimanê axaftinê cudatir e; ew bêtir hizrmanî, rêkûpêk û bipîvan e. Mirovê ku bi zimanê xwe dinivîse, di koka xwe de hişmendiya xwe zelal dike, cîhana xwe ya ramanî ava dike û derî li ber îlhama afirîner vedike. Nivîs, ramanê ji girtîgeha "demê" rizgar dike û wê vediguherîne bîreke dîrokî ya mayînde. Her civaka ku zimanê xwe ji "axaftinê" veguherandiye "nivîsandinê", gav bi gav ber bi zanist û hişmendiyeke pêşketî ve çûye.

Zanist û Ziman: Kilîta Serkeftina Miletan
Îro zanistê bi awayekî herî zelal diyar kiriye ku fêrbûn û nivîsandina bi zimanê dayikê, paldera sereke ya afirîneriyê û lengerê çandî yê mirov e. Lêkolînên UNESCOyê tekez dikin ku kesayetiya sîkolojîk a zarokan heta heft saliyê, bi zimanê dayikê ava dibe. Gava ew lenger tune be, mirov di nav deryaya miletên din de dimeye.

Ev rastiya zanistî bûye bingeha stratejiya dewletên herî pêşketî. Di raporta UNESCOyê ya sala 2016an de hatiye ragihandin: "Dewletên herî serkeftî yên cîhanê, perwerdeya xwe bi zimanên xwe yên resen werdigirin." Daneyên navneteweyî vê yekê diçespînin; ji 20 dewletên ku di warê teknolojiyê de li serê lîsteya cîhanê ne, 19 dewletan sîstema xwe ya perwerdehiyê û lêkolînên xwe yên zanistî li ser zimanê dayikê ava kirine. Ev yek nîşan dide ku mercê sereke yê serxwebûna ramanî û pêşketina teknolojîk, xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê ye.

Nasnameya Nivîskî ya Kurdî: Ji Mîxî heta Hawarê
Dîroka nivîskî ya Kurdan mîna dareke kevnar e ku rehên xwe berdane kûrahiya axa Mezopotamyayê. Ev rêwîtî ji 3500 salan b.z, bi "Nivîsa Mîxî" ji aliyê împaratoriyên mîna Îlamî, Kaşî, Gûtî û Horiyan ve hatiye destpêkirin. Bi derketina baweriyên mîna Zerdeştî û Êzidîtiyê re, nivîsa Kurdî qonaxên nû derbas kirin û alfabeyên wekî "Avestayî" û "Pehlewî" hatin bikaranîn.

Di serdema nûjen de, nasnameya nivîskî ya Kurdî bi du rêyên sereke geş bû: Alfabeya Soranî û Alfabeya Latînî. Avakerê hişmendiya nivîskî ya nûjen, Celadet Alî Bedirxan, di 15ê Gulana 1932an de bi derxistina kovara Hawarê re, bingeha şaristaniyeke nû ya nivîskî danî. Îro em vê dîrokê wekî "Roja Zimanê Kurdî" pîroz dikin, da ku giringiya vê serhildana çandî bibîr bînin.

Berpirsiyariya Me: Ji Axaftinê ber bi Afirandinê
Îro zimanê Kurdî rûbirûyî du êrîşên mezin dibe; yek jê êrîşên sîstematîk ên derveyî ne, ya din jî "piştguhkirina hundirîn" e. Ew Kurdên ku bi zimanên din dinivîsin, ji bîr û baweriya xwe ya kûr dûr dikevin. Çimkî rastiyek heye ku dibêje: "Gava em bi zimanê her miletekî binivîsin, em mîna wî miletî diramin." Lewma nivîsandina bi zimanê dayikê, jêhatîbûneke taybet a ramanî dide mirov, da ku karibe wateyên kûr û hûr ên di bîra xwe de, rave bike.

Erkê me yê bingehîn ne tenê parastina zimên, lê xurtkirina hişmendiya me ya ramanî ye. Divê em fêr bibin ku bi Kurdî cîhanê pênase bikin û bi vî rengî, deng û nêrînên xwe yên taybet bigihînin gelên din. Çimkî heta ku em bi zimanê xwe li gerdûnê nanêrin, em nikarin nasnameya xwe ya ruhanî bi cîhanê bidin naskirin.

Nivîsandin di koka xwe de serhildaneke li dijî windabûnê ye. Her ramanek ku di tîpên Kurdî de serguhayî dibe, nîşana wê yekê ye ku em êdî naxwazin bibin 'bireserên' dîrokê yên ku gelên din behsa me dikin; em dixwazin bibin 'kirdeyên' ramanên xwe ku em bi xwe hebûna xwe pênase dikin. Bi vî awayî, pênûs dibe lengerê me yê serxwebûnê ku me ji asêmayîna di çandên din de rizgar dike û me wekî milet xwedî dengekî resen radigihîne cîhanê."

Li dawiyê, parastina zimanê Kurdî ne tenê erkekî çandî ye; ew mercekî sereke ye ji bo azadiya kesayetiya Kurdî û avakirina neteweyeke xwedî raman. Ziman ne tenê amûra têkiliyê ye; ew bingeha hebûn û serxwebûna me ye.