Herêma Kurdistanê û Sûriye: Qonaxeke nû di peywendiyên dîplomatîk de

Herêma Kurdistanê û Sûriye: Qonaxeke nû di peywendiyên dîplomatîk de
Herêma Kurdistanê û Sûriye: Qonaxeke nû di peywendiyên dîplomatîk de

Dîplomasiya hevçerx li Rojhilata Navîn, ji gotara îdeolojîk ber bi realîzma pêkhateyî ve werçerxaneke bingehîn dibîne; bi awayekî ku dariştina siyaseta derve li ser bingeha pêwîstiyên kirdarî û berjewendiyên stratejîk ên niha tê encamdan.

Di vê çarçoveyê de, biryara hikûmeta Sûriyeyê ya şandina şandeke fermî ya Wezareta Derve û Koçberan bo bajarê Hewlêrê, bi armanca vekirina yekemîn Konsulxaneya Giştî ya welatê xwe li Herêma Kurdistanê, nîşaneke zelal a werçerxana di awayê hizra siyasî û ji nû ve avakirina peywendiyên dualî de ye.

Di dîroka hevçerx a peywendiyên her du aliyan de, Şamê ti carî nûnertiyeke fermî li Hewlêrê venekiriye û hemû karûbar bi rêya balyozxaneya wan a li Bexdayê dihatin meşandin. Lê ev gava niha, rengvedana agahdarbûna ji rastiya siyasî ya navçeyê û naskirineke kridarî bi pêgeha Herêma Kurdistanê ye wekî lîstikvaneke aram û bandordar di hevkêşeyên jeopolîtîk de.

Ev werçerxana dîplomatîk, encama helwesteke jîrane û stratejîk a serokatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye. Hîkmet, ezmûn û giraniya Serok Mesûd Barzanî wekî lêvegereke neteweyî û nîştimanî, her dem aram û navendbûna Hewlêrê wekî karaktereke xweragir li navçeyê îsbat kiriye. Ji aliyekî din ve, hewildanên dîplomatîk ên berdewam ên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî – bi taybetî hevdîtina dîrokî ya ligel Ehmed Şera – peywendî ber bi afirandina kanalên rasterast û têgihiştineke cidî li ser asta navçeyê ve birin.

Herwiha, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî, bi rêya aktîfkirina dîplomasiya saziyî û avakirina binesaziyeke bihêz a îdarî û aborî, zemîneke guncayî amade kir da ku Hewlêr bibe navendeke dîplomatîk a cihê baweriyê bo rêkûpêkkirina hevkêşeyên herêmî.

Ji rewangeha analîza zanistên siyasî ve, avakirin an jî aktîfkirina kanalên dîplomatîk di navbera yekîneyên siyasî de –bi taybetî di qonaxên piştî krîz û guhertina desthilatê de– li ser bingeha aqilîkirina berjewendiyên hevpar û kêmkirina lêçûnên ewlehî û îdarî dest pê dike.

Konsulxane di ferhenga dîplomasiyê de, ne tenê avahiyek an navendeke îdarî ya rûkalî ye; ew amrazeke sereke ya dîplomasiya birêxistinkirî û hêsankarekî rasterast e bo avakirina baweriyê û birêxistinkirina tevgera hêza mirovî û aborî. Vekirina Konsulxaneya Sûriyeyê li Hewlêrê, ku dê di bin sîwana Balyozxaneya wan a li Bexdayê de bixebite, armanca wê ya sereke hêsankirin û çareserkirina wan pirsgirêkên yasayî û konsulî ye ku welatiyên Sûrî li Herêmê pê re rû bi rû dimînin. Ev gava han, têkiliyan ji çembera aloziyên siyasî derdixe û digihîne asta rêveberiya îdarî ya hevçerx û xizmetguzariya berdewam.

Ji vê zêdetir, ev asayîkirina konsulî rê li ber avakirina têkiliyeke aborî ya hevçerx û piralî di navbera Herêm û Sûriyeyê de xweş dike.

Binesaziya aborî, pîşesazî û çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ku di salên borî de geşedaneke berbiçav bi xwe ve dîtiye, ligel pêgeha cografî ya her du aliyan, dikarin bibin bingehek ji bo avakirina hevkariyeke stratejîk di warên danûstandina bazirganî, ewlehiya xwarinê û ji nû ve aktîfkirina sektorên pîşesazî û enerjiyê de.

Hevahengiya di warê bazirganiya tranzît de, veguhastina hêsan a kelûpelan û veberhênana hevpar di projeyên binesaziyê de, ne tenê bargiraniya li ser sektora taybet kêm dike, lê di heman demê de danûstandina ezmûnên teknîkî di sektorên çandinî û enerjiyê de pêş dixe. Ev yek hevkariya dualî ji sînorên teng ên siyasî û konsulî derdixe û digihîne asteke aborî ya kridarî, ku dê bandoreke rasterast li ser xweşguzaranî û aramiya her du aliyan bike.

Di encamê de, ev tevgera dîplomatîk a Şamê di çarçoveya stratejiya berfirehkirina nûnertiyên xwe ya li navçeyê de, belgeya wê yekê ye ku cîhanbîniya siyasî ber bi arasteyekê ve diçe ku aramiya herêmî bêyî berçavgirtina rastiya meydanî û avakirina pira peywendiyê bi navendên bihêz ên biryardayînê re pêk naye.

Herêma Kurdistanê, bi rêya meşandina siyaseteke hevseng û vekirî, îsbat kiriye ku ew rêyeke rast û cihê baweriyê ye ji bo çareserkirina pirsa koçberan, hevkariya aborî û aramiya sînoran. Ji ber vê yekê, damezirandina vê nûnertiya fermî, rûpeleke nû di dîroka endezyariya peywendiyên herêmî de vedike; rûpeleke ku li ser bingeha realîzmê, hevkariya teknîkî û berjewendiyên dualî tê avakirin.