Mihemad Çalî
Nivîser
Erdhejeka siyasî, veqetiyana CHPê û guherîna nexşeyê siyasî li Tirkiyeyê
Gorepana siyasî li Tirkiyeyê guhertinên mezin û berçav bi xwe ve dibîne, ko li van salên dûmahiyê ji wan mezintir û bibandortir nebûne. Ew hevrikiya siyasî û dadwerî li navxweya Parta Gel a Komarî (CHP), ko wekî kevntirîn parta Tirkiyeyêye tê hijmartin û mezintirîn hêza opozîsyonê ye, tenê arêşeyên rêkxistinê nîne belkî piştî biryara dadgeha Tirkî bi dûmahîkînana serokatiya Ozgur Ozel û vegerandina Kemal Kiliçdaroglu bo serokatiya partê, bi fermî bû veqetiyaneka heykelî û binecih.
Ev biryara dadgehê bû egerê hindê ko Ozel û rêbaza wî biryara cudabûnê bidin û dest bi amadekariyên damezrandina “parteka nû” bikin. Ev jî opozîsyona Tirkiyeyê dadine beranberî erdhejeka siyasî ya wesa ko bandora wê ne bes li ser navxweya wê partê tê diyarkirin, belkî hevsengiya hêzê jî tê guhertin taybet li jêr kopîtka perlemanî û hevrikiya hilbijartinên serokatiya bê jî.
Egerên veqetiyanê: Demê vlkkeftina rewatiya helbijartinan digel qanûnê
Ev veqetiyana çê bûyî ne berhemê şev û rojekan e, belkî ji encamê nakokiyên giran û zextên dadgehê yên bilez e.
1. Nakokiyên jinavbirina reha: Biryara dadgehê bi helweşandina encamên kongreyê 38ê yê partê, ewa Ozgur Ozel gehandiye serokatiya partê, bo lêdaneka kujek taybet dadgehê biryar da bi vegerandina Kemal Kiliçdaroglu bo serokatiya partê.
2. Nakokiyên di navbera du rewatiyan de: Part kete di navbera rewatiya cemawerî û helbijartina ewa Ozel bi dest xwe ve înayî, taybet demê serkeftina dîrokî li helbijartinên şaredariyan ên sala 2024ê tomar kirî, û di navbera rewatiya qanûnî û îdarî ko qanûn dide Kiliçdaroglu.
3. Armancgirtina Ekrem Îmamoglu: Ev cudabûn û veqetiyan ligel zêdebûna zextên dadwerî li ser serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu hevdem bû, ko wekî sembola bihêz a teyarê nûxwaz tê hijmartin, bo egerê wê çendê ku Ozel biryara cudabûnê û damezrandina parteka nû bide, da xwe ji belafirotina dadgehê rizgar bike.
Belavbûna nû ya perlemanî: Pirtpirtbûna opozîsyonê û çêbûna derfetê bo rastvekirina hindek madeyên destûrî
Parta Gel a Komarî (CHP) pêştir di nav perlemanê Tirkiyeyê da ji 600 kursîkan xwedana 135 kursîkan bû, ev cudabûn dê arasteyê hêza perlemanî bi temamî biguhere:
Jêxwarina bereyê req: Ozel bi rengekê fermî parta xwe ya bi navê Parta Nû” pêşkêş kir, ev yek dibe egerê nebûna kutleka pêkvegirêdayî ya mezin ya opozîsyonê ko bikare şiyanên redkirina projeyên qanûnên hikûmetê bide. Herwesa nexşeyê siyasî jî di nav perlemanî da hat guhertin, bi vî rengî: AK PARTÎ 277 endam, Yeni Parti 91, DEM Partî 56, MHP 46, CHP 44, IYI Partî 29.
Vekirina rêkê bo destûrekê nû: Ev cudabûn û bêdesthelatiya perlemanî mezintirîn xizmetê dide Hevpeymaniya Cumhûrî ya (Parta Dad û Pêşxistinê (AK PARTÎ), û Parta Tevgera Neteweyî (MHP). Hevpeymaniya Cumhûrî bizavê ji bo bidestveînana 360 kursîkan dike, da bikare projeyên destûrî bo miletî bike rapirsî. Yan jî 400 kursîkan bi dest ve bîne, dako yekser di nav perlemanî da bipejirînin, bê rapirsî li dû destûrê Tirkiyeyê. Niha bi hebûna parlamentarên serbixwe û partiyên parçebûyî, bo rakêşana dengan û derbazkirina projeyê destûrê nû derfeteka baş e, herwesa ji bo dubare berbijêkrina “Receb Teyib Erdogan” rêxweşker e.
Helwesta DEM Partiyê, delîve ye yan gef e?
Bi dîtna min divê parta kurdî bi çavekê hişyar li vê parçebûna parta Gel a Komarî binêre, ev têkçûn di navbera teyarê Kemalî yê teqlîdî (Kiliçdaroglu) û teyarê nûxwaz (Ozgur Ozel û Îmamoglu) da nîşana hindê ye ko opozîsyona Tirkiyeyê li beranberî çareseriya rastîn bo arêşeyên welatî, nexasm doza kurdî li Bakurê Kurdistanê, ne li ser yek helwestê ye.
Çî pêdivî ye bê kirin dako hevsengiya hêzê bê parastin an jî DEM Partî bi xwe vê delîveyê ji dest nede:
1. Pabendbûn bêalî: Giring e part nekeve jêr bandora parta nû ya Ozel, belkî pêdivî ye parastina serbixweyiya biryara siyasî bide, bi yek çav temaşeyê hemiyan bike, li dû berjewendiyên bilind.
2. Sepandina şertan bo destûrê nû: Li şûna têkelbûn di hevrikiya navxweyî ya opozîsyonê da, pêdivî ye part hêza xwe ya perlemanî bi kar bîne dako mafên neteweyî yên kurdan û binemayên demokrasiyê bo her edilandineka destûrî - ko parta desthelatdar bizava derbazkirina wê dike, bike şert.
Parta Dad û Pêşxistinê (AK PARTÎ), mifawergirê yekê ji vê cudabûnê
Parta Dad û Pêşxistinê (AK PARTÎ) bi rêberatiya “Receb Teyib Erdogan”, ko desthelat di dest daye, wek mifadarê yekê û stratejî ji vê cudabûnê û veqetiyana Parta Gel a Komarî tê hejmartin.
Mifayên parta desthelatdar tenê li ser bêhêzbûna hejmareyî ya opozîsyonê nahê hejmartin, belkî digehe destkeftiyên mezin ên qanûnî, helbijartinan û tektîkî jî, ko mirov dikare di van xalan da kurt bike:
1. Wergirtina destpêşxeriyê û guhertina arasteyê raya giştî
Dûrxistna balê ji arêşeyên navxweyî: Cemawerê Tirkiyeyê di rewşeka aborî û jiyaneka dijwar da derbaz dibe. Ev veqetiyan dibe eger ko arasteyê ragehandinê û giringîdana xelkî ji arêşeyên aborî ber bi şerê navxweyî yê opozîsyonê li ser desthelat û rewatiyê bê guhertin.
Karkirina li ser (ew bo desthelatê ne amade ne) anko ew nikarin desthelatê bi rê ve bibin: AK PARTÎ vê teknîkê bi kar tîne dako cemawer û dengderên dudil razî bike ko opozîsyon nikare karûbarên xwe yên navxweyî û dadwerî bi rê ve bibe, û bi tu rengekî şiyanên birêvebirina dewleteka mezin a wek Tirkiyeyê nînin.
2. Jinavbirina metirsîdartirîn hevrik û lawazkirina wan
Bidûmahîkînan bi hevsengiya 2024ê: Encamên helbijartinên şaredariyan ên sala 2024ê piştevaniyeka mezin a cemawerî li derdorên Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglu her duytan çê kiribû. Ev cudabûn vê hêza cemawerî heldiweşîne û dengderên opozîsyonê belav dike.
Mijûlkirina opozîsyonê bi şerê man û nemanê: Li şûna ko opozîsyon tevaya enerjî û şiyanên xwe bo rûbirûbûna hikûmetê û siyasetên wê bi kar bîne, dê her du eniyên cudabûyî (bereyê Ozel û bereyê Kiliçdaroglu) di nav şerê selimandina rewatiyê û rakêşana cemawerî da xwe mezêxin.
3. Endezyariya hevsengiya perlemanî û derbazkirina destûrê nû
Parvetbûna dengên opozîsyonê li perlemanî: Derkeftina 91 parlamentaran bi çûna di nav parta nû da şiyana opozîsyonê wek bereyekê yekgrtî bo redkirina projeqanûnên desthelatê li jêr kopola perlemanî nahêle.
Rakêşana parlamentarên serbixwe bi hêsanî: Parta Dad û Pêşxistinê û hevpeymana wê MHP bizava bidestveînana 360 kursîkan dikin, dako projeyê destûrê nû bibin rapirsiyê, an 400 kursîkan dako yekser bipejirînin. Parçebûna parta CHPê valahiyeka siyasî çê dike ko rêkê bo parta desthelatdar xweş dike ku hevpeymaniyên demkî bi kar bîne, dako hejmareya pêdivî bo destûrî bipejirîne.
4. Kontrolkirina temam li ser yariyya helbijartinan
Belavkirina dengên teyarê sekular û nûxwaz: Di her helbijartineka serokatiya bê da, hebûna berbijêrekê parta nû û berbijêrekê parta kevn dê dengên cemawerê nûxwaz û dudil belav bike, ev jî rêkê nade opozîsyonê bi rengekê yekalîker bigehe serkeftinê û karê berbijêrê hevpeymaniya desthilatdar hêsan dike.
Guhertina demê helbijartinên pêşwext: Ev parçebûn di destê parta Dad û Pêşxistinê da kartek e, ko her demê bixwaze diyarkirina demê helbijartinan bi kar tîne, heta ko helbijartinan di demekî da bike ko opozîsyon di kopîtka lawaziyê û mijûlbûna navxweyî da be.
Li dûmahiyê ev veqetiyan derfeteka zêrîn dide parta Dad û Pêşxistinê ko mala siyasî ya Tirkiyeyê bi wî rengî rêk bixe ko bo mana li ser desthelatê guncayî be ji ber ko hevrikê xwe yê rastexwe lawaz dike, rêka derbazkirina qanûn û destûrî hêsan dike û berheviyê bo helbijartinên bê dike, li beranber opozîsyoneka şepirze û bêarmanc.