Vebijarkên Sîpan Hemo

Sîpan Hemo
Sîpan Hemo

Sîpan Hamo, fermandarekî navdarê QSD, niha wekî cîgirê wezîrê parastinê yê Sûriyeyê tê nasîn. Ev qonaxek balkêş e di guhertinên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê de. Li gel ragihandina biryarê, Enqerê got ku navê Sîpan ji lîsteya sor hatiye derxistin. Ew heman lîsteya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bû ku ji bo girtin an kuştina fermandarê Kurd xelatek 20 mîlyon lîre pêşkêş kiribû. Lê  niha ew mesele xilas bûye û

 dibe ku Sîpan Hamo di demek nêzîk de, digel Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê, serdana Tirkiyeyê bike. Bê guman biryar, ev  yek ji encam û destkeftiyên peymana di navbera PKK, Tirkiye û Sûriyeyê de ye.

Pirs: Ma em dikarin vê tabloyê wekî serkeftinek zêrîn di warê  armancên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê de bi nav bikin?

Bersiv: Na, ne wisa ye. Ne zêrîn e.  Gelo eger zêr nebe, zîv e? Ya rast,  pir zû ye ku  mirov fetwayek wiha bide.

Em hîn jî nizanin ka ev peymana di navbera Tirkiye-PKK-HSD ji aliyekî ve û nîv-dewleta Ehmed el-Şerîet ji aliyê din ve, dê peymanek mayînde be? An jî dibe ku ji ber gelek faktoran biguhere. Lê bi kêmanî ev tevgera niha îhtîmala pevçûnên nêzîk di navbera PKK û Sûriyeyê de ji holê radike. Bê guman, ev beşek ji peymanê ye ku dibêje: Lîwayên şervanên HSD û YPG dê wekî beşek ji artêşa Sûriyeyê werin hesibandin û aliyên îdarî û xwerêveberiyê dê werin terikandin.

Gelek kes dipirsin: Ma ev ne cureyek ji hilweşandina destkeftiyên Kurdên Rojava bû? Ma Kurdan nedikarîn sîstemeke  bêtir, çêtir û berfirehtir bi dest bixin? Ez ê bi zelalî ibêjim: Na. Ji ber ku ji destpêkê ve, tevger û têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê kû piştî ku Bihara Ereban dest pê kir, li şûna marqeyek Kurdî ya hevpar, piralî û berfireh, tenê bi navê PKK hate mohrkirin. Ji ber vê yekê, mijar bi  temamî pêwendîdar bû bi çarenûsa hevdîtinên di navbera PKK û Tirkiyeyê de bû. Di vê çarçovê de,  PYD û HSD weke take alî ya Kurdî ku rê nedabû partiyek din beşdar bibe, nikaribû destkeftiyek mezintir bi dest bixe.

Du rê li pêşiya Sîpan Hemo

Sîpan niha Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê ye. Zêdetirî pêncî salan e, du dîktatorên mezin ên rejîma Baasê, Beşar Esed û bavê wî Hafiz, hebûna Kurdan û Rojavayê Kurdistanê nas nedikir û Kurdan wekî biyanî dihesibandin. Dema ku Ocalan di salên 1980-an de çû Sûriyeyê û mezintirîn kampa perwerdehiya siyasî û leşkerî ya PKK-ê li wir hate damezrandin, peymanek nenivîsandî di navbera Esed û wî de hebû ku li ser Kurd û Kurdistanê li axa Sûriyeyê neaxivin. Lê hûn dizanin windahiya herî mezin a vê peymanê çi bû? PKK têkoşîna xwe li Sûriyeyê, Helebê û li her derê di çarçoveyek taybetî de û li gorî hevkêşeya xwe ya siyasî ya bi nakokiya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de dimeşand,  destûr nedidan ku partiyên din tevbigerin.

Hûn dikarin bipirsin: Ev çi têkiliya wê bi vebijarkên Sîpan Hemo heye? Di bersivê de, ez dikarim du vebijarkên girîng nîşan bidim. Dibe ku Sîpan ji du perspektîfan li vê mijarê binêre:

Ya yekem, ez di siya armancên  PKK û Ocalan de gihîştim vê pozîsyonê. Bêyî Apo, Sûriye, mîna malbata Esed, dê li ser Kurdan û Rojava hesab nekin û em ê hîn jî  wekî ecnebî an biyanî bihesibînin. Ji ber vê yekê, heta ku ez bijîm, divê ez û hevalên min ji PKKê re spasdar bin û nehêlin ku ti partiyek din di vê qadê de xuya bibe.

Ya duyemîn, di demekê de, serokatiya me ji ber çend sedeman û di bin zexta PKKê de nehişt ku ENKS û partiyên din ên Kurd beşdarî têkoşînê bibin. Lê niha em hewceyê piştgirî û dostaniya wan in. Ger ew bi me re bin, em ê li himber Sûriyeyê wêrek û şêr bin û girse dê bi tevahî bi me re bin û  di heman demê de piştgiriya Herêma Kurdistanê jî heye.

Werin em bi prose û bûyeran re pêşve biçin û bibînin ka Sîpan, Şahîn (Mezlum) û rêberên din dê vebijarka yekem hilbijêrin, an jî li asoyek berfirehtir bifikirin.