Iraq li ser durêya çek û veberhênanê de

Iraq li ser durêya çek û veberhênanê de
Iraq li ser durêya çek û veberhênanê de

Rehîm Reşîdî, berpirsê nivîsîngeha Kurdistan24ê li Washingtonê, di gotareke girîng de ku di rojnameya naskirî ya Amerîkî (Washington Times) de hatiye weşandin, tê de rehend û astengiyên dahatûya Iraqê di serdema hevrikiya enerjiyê û serweriya dewletê de xistine ber çavan.

Di vê gotarê de, ku bi sernavê “Iraq di durêyên çek û veberhênanê de” hatiye nivîsandin, balê dikişîne ser wê yekê ku çawa Iraq rûbirûyî yek ji ezmûnên herî çarenûssaz ên qonaxa piştî 2003an bûye. Rehîm Reşîdî ronî kiriye ku tevî hewldanên ji bo kişandina veberhênana cîhanî û berfirehkirina hevpariya aborî, avakirina aboriyeke bihêz û aram bêyî serweriya qanûnê û kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve ne pêkan e. Hevdem cihê girîng û aramiya Herêma Kurdistanê wekî rewşeke stratejîk a girîng dibîne ji bo parastina hevsengî û ewlehiya navçeyê.

Iraq rûbirûyî yek ji ezmûnên herî çarenûssaz ên serdema piştî sala 2003an bûye; ezmûnek ku encama wê dikare nexşeya berfirehtir a ewlehî û energiyê li Rojhilata Navîn ji nû ve ava bike.

Di naveroka vê astengiyê de pirseke bingehîn heye: Gelo dewleta Iraqê dê bibe tekane desthilat ku mafê bikaranîna hêza çekdarî hebe, yan pêkhateyên çekdar ên hevtayî dê li ser çalakiya xwe wek beşeke rîşekutayê di sîstema siyasî ya welat de berdewam bin?

Ev pirs roj bi roj bêtir bi peywendiyên di navbera Bexda û Amerîkayê ve tê girêdan.

Meha Tîrmehê, Serokwezîr Elî Zeydî hat Washingtonê da ku beşdarî Lûtkeya Bazirganiya Amerîka û Iraqê biBe; zêdetirî 50 rêkeftin bi nirxê bêtirî 60 milyar dolarî hatin îmzakirin.

Kompaniyên mezin ên navdewletî, ji wan Chevron, ConocoPhillips, GE Vernova, BP, Shell, KBR û Excelerate Energy, di van rêkeftinan de beşdar bûn.

Beşeke berçav ji van destpêşxêriyan, peywendiya wan bi neft, gaza xwezayî, elektrîk, jêrxane û pêşxistina rêrewên ewlehî û yên parastî yên hinardekirina anîna wizeyê ve heye. Ev gav nîşan didin ku peywendiyên Bexda û Washingtonê derfeta wê hene ku ji çarçoveya sereke ya leşkerî ya du dehsalên borî derbas bibin û ber bi hevkariyeke berfirehtir a aborî û stratejîk ve biçin.

Lê belê, astengiyeke bingehîn hîn maye: berdewamiya navendên çekdar ku bi temamî milkeç û pabendî dewleta Iraqê nînin.

Ti veberhênaneke bi dehan milyar dolarî nikare berdewam bibe, eger serweriya qanûnê, parastina peymanan û aramiya siyasî tune be. Ji vê nêrînê ve, desthilata dewletê ya li ser hêzên çekdar mercê pêşwext e, ji bo jinûveavakirina desthilata dewletê û damezrandina aboriyeke aram.

Ev astengî bi bi taybetî ji ber torên aliyên tundrew yên girêdayî ku bi navê «Berxwedana Îslamî li Iraqê» têne nasîn, aloz e. Ev tor nêzîkî 10 grûpan di nav xwe de digire ku tevahiya hêzên wan yên çekdar nêzîkî 50 hezar kes tê texmînkirin û komgehên wan ên gelek çekan, di nav de mûşek û çekên pêşketî hene.

Hejmarek ji aliyên çekdar ku nêzîkî Îranê ne, li beramberî hewldanên Iraqê yên ji bo kontrolkirina çekan berxwedanê dikin. Ev mijar bi taybetî di demeke de bileztir dibe ku Bexda nêzîkî qonaxa paşîn ya rêkexistinên xwe yên ewlehiyê dibe, piştî veguhastina plankirî ya hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê di 30î vê mehê de.

Ev cureyê berxwedanê ne cihê matmayînê ye. Ji bo rêxistineke ku di heman demê de çek, torên aborî û bandora siyasî di destê wê de ne, bêçekkirin dikare bi wateya destjêberdana ji amrazên desthilatdarî û rola wê be.

Ji ber wê yekê, bêçekkirin divê ji civandina çekan derbas bibe û zincîra fermandariyê, çalakiya aborî û di dawiyê de biryara li ser şer û aştiyê bixe bin desthilata dewletê.

Divê em vê bizanin ku Iraq, ku xwediyê yek ji mezintirîn yedekvanên neftê yên cîhanê ye, giringiya vê babetê zêdetir dibe. Di dema ku ewlehiya Tengava Hurmizê careke din bûye sedema nîgeraniyeke mezina cîhanî, geşepêdana rêyên bihêztir û bawerpêkirî bo hinardeya enerjiya Iraqê, roj bi roj giringiya stratejîk a zêdetir peyda dike.

Ji ber vê yekê, şiyanên Iraqê hene ku bibe yek ji xalên giring ên pêkhateya ewlehiya energiyê li Rojhilata Navîn. Lê belê gihîştina wê pênaseyê pêwîstî bi wê yekê heye ku Bexda nîşan bide ku şiyana wê ya parastina çavkaniyên energiyê, boriyan û ji hemûyan giringtir, biryardana serbixwe ya aborî heye.

Xuya ye ku Washington roj bi roj zêdetir ji dîtina aborî ve li grûpên çekdar ên Iraqê dinêre. Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ceza li ser fermande, kompanya û torên darayî yên nêzîkî Îranê sepandine, di dema ku berpirsên Amerîkî hinek tor tohmetbar kirine bi wê yekê ku aboriya Iraqê bo qazanca Îranê û rêxistinên peywendîdar bi Îranê ve bikar tînin.

Serweriya dewletê bingehîn e. Lê belê, hewldan bo çekdanîna dehan hezar kesên çekdar, bêyî stratejiyeke siyasî û ewlehî ya hûr û hevseng, metirsiya cidî bi xwe re tîne; her wekî pevçûnên vê dawiyê ew yek nîşan dan.

Strategiyeke domdar bi egereke mezin pêwîstî bi têkeliyek ji zexta yasayî, diyaloga siyasî, hilweşandina torên aborî yên neyasayî, yekkirina kesên şayeste di nav saziyên yasayî yên dewletê de û hilweşandina pêkhateyên leşkerî yên serbixwe yên fermandariyê heye.

Yek binema divê ne cihê guftûgokirinê be: Di dewletek ku bi yasayê tê birêvebirin de, divê du deshilatên serbixwe tune bin ku mafê her duyan jî yê bikaranîna hêza leşkerî hebe.

Ev herwiha ji bo Serok Trump ezmûnek e, yê ku xwe wekî peymançêkerekî nîşan dide ku nakokiyên dijwar çareser dike. Serkeftin dê bi wê yekê ve girêdayî be ka gelo ew pabendiyên li Bexdayê hatine dayîn, dê bibin sedema encamên pîvandî yan na.

Pêwîst e Amerîka di qonaxa bê de bi hişyariya stratejîk gav biavêje. Kêmkirina hêzên Amerîkî û hêzên hevpeymaniyê divê valahiyekê çêneke ku bibe sedema bihêzbûna komên çekdar yên nêzîkî Îranê.

Di nav van mijaran de, Herêma Kurdistanê hêjayî baldarayeke taybet e. Bi dehan salan e Herêma Kurdistanê yek ji wan hevbeşên Amerîkayê li Iraqê ye ku herî zêde cihê baweriyê ye. Eger bi rastî têbigihêjin, Herêma Kurdistanê ya bihêz û parastî dikare rolekî karîger di avakirina Iraqeke federalî ya bihêztir û aramtir de hebe.

Washington divê piştrast be ku stratejiya wê nabe derfetek ji bo torên bi ser Îranê ve ku dibe ku hewl bidin sûdê ji vekişîna Amerîkayê werbigirin, û divê ev nebe sedema lawazkirina hevkarên bawerpêkirî.

Piştgiriya ewlehiya Herêma Kurdistanê, xweragiriya wê ya aborî, mafên wê yên destûrî û şiyanên wê yên kişandina veberhênana nîştimanî dikare bibe beşekî giring ji stratejiyeke berfirehtir a Amerîkayê ku armanca wê bihêzkirina serweriya Iraqê ye.

Eger Bexda karibe çekan bixe bin desthilata dewletê – bêyî ku welat bikişîne nav pevçûnên navxweyî – û di heman demê de çalakiya aborî ji torên neyasayî û bandora grupên çekdar cuda bike, Iraq dikare di dehsalek din de bibe yek ji giringtirîn navendên aborî û enerjiyê yên Rojhilata Navîn.

Di dawiyê de pirsyara dîrokî ev e:

Li Iraqê, qanûn gotina dawî dibêje yan çek?