Heme Haşim
Rexnegir û Şêwekar
Xwendinek li ser şêweyê derbirînê di berhemeke şêwekar Rojîn Hacî Husên de
Di cîhana hunera hemdem de, em gelek caran li bercestiyeke rastîn a kûrahiya derûniya mirov digerin; li vir tabloya şêwekar Rojîn Hacî Husên wekî berhemeke hunerî ya bihêz û balkêş dertikeve pêş. Ev tabloya ku qebareya wê metreyek li ser metreyekê ye û bi şêwaza Derbirîna Razber (Abstract Expressionism) hatiye afirandin, bîner vedixwîne geşteke keşfê ya di nava aloziyên derûnî, nakokiyên navxweyî yên mirov û wan dijwarî û astengiyên ku parçeyekî jihevveneqetiyayî yê jiyanê ne. Li vir, em ê hewl bidin bi awayekî akademîk binyat, reng û wateyên veşartî yên vê berhemê bînin ziman.
Yekem tiştê ku di tabloyê de bala mirov dikişîne, kêşmekêşa aşkere ya di navbera hêmanên teşeyî û tevliheviya berhemê de ye. Ji aliyê şêwazê ve, tablo mînakeke berbiçav a Derbirîna Razber e ku tekezî li ser derbirîna rasterast û hestiyarî ya kûrahiya hunermend dike, bêyî ku bi ti qalibekî realîst ve bê girêdan.
Hunermendê bi hûrbînî du kesayet (an jî belkî du rehendên kesayetiyekê) bi rêya xêzên spî yên nazik ku li ser paşxaneyeke mezin û bêdeng hatine kişandin, diyar kirine. Ev kêşmekêşa di navbera teşeyê (her du kesayet) û bê-teşeyiyê de (paşxane) bi zelalî giraniyê dide temaya sereke ya tabloyê: «têkoşîna mirov a bi xwe re». Kesayeta li aliyê çepê serê wê hinekî xwar e, ku ev yek nîşana depresyonê ye, an jî belkî ramaneke kûr û bêhêvî nîşan dide. Lê kesayeta li aliyê rastê hinekî cuda xuya dike, her çend e ew jî di nava heman pevçûnê de binav bûye. Ev her du teşeyên ku di rûkalê de ji hev cuda ne, lê bi rêya paşxaneyê bi hev ve girêdayî ne, mîna du perçeyên hevdu yên canekî birîndar xuya dikin ku di nav şerekî ezelî û bêdawî de ne.
Ziman, Reng û Wate:
Teqîna rengan a li ser paşxaneya gewr a bêdeng, bi rastî jî “bêrehemiya jiyanê” nîşan dide. Paşxaneya sar nûnertiya jiyaneke bêdeng û monoton dike, ku gelek caran di bin giraniya ceribandin û ezmûnan de sade û cemidî maye. Berevajî vê yekê, rengên kûr û zindî—wek pirteqalî, sor, kesk, şîn û pembeyî—wekî qîrînekê ji kûrahiya hebûnê dertên holê:
Sor û pirteqalî: Rengên tûj in ku hêrs, êş, nakokî û belkî jî hêviyeke bêsînor tînin ziman.
Pembeyî û şîn: Rengên nermtir in ku di navbera zincîr û tarîtiyê de dibiriqin; hestên nazik, birînan û carinan jî bêhêviyê radigihînin.
Ev hevedudaniya rengan a di nava kesayetan de, wekî xuyabûneke şênber a kêşmekêşa derûnî şêwe digire; lewma bîner pê dihese ku derûniya mirov tijî hestên dijber e, yên ku bi berdewamî bi hev re di şer de ne û hewl didin serweriya xwe li ser hevdu bisepînin.
Deq û Derbirîn:
Bicîkirina perçeyên nivîsan (wekî kolaj) li ser kesayeta aliyê çepê, rehendeke nû dide tabloyê. Tevî ku peyv bi zelalî nayên xwendin, ev yek bi temamî bi zanebûn wisa hatiye kirin; lewra deq (nivîs) nûnertiya bîrgehê, peyvan û wan çîrokên nehatine vegotin dike ku di hiş û kûrahiya can de asê mane. Ev hewldanek e ji bo rewakirina van êşan û nîşandana ku ew ne tenê hestên derbasbûyî ne, belkî parçeyên resen ên dîroka vê kesayetê ne.
Pevçûn û Teşe:
Kesayeta aliyê rastê bi goşeyeke tevlîhev û nerêkûpêk hatiye xêzkirin, ku ev jî têkçûna hevsengiyê û tevliheviya hundirîn tîne ziman. Ev rewş di pêkhatina dest û lingên ku di nava laş de asê mane de bi zelalî xuya dike. Ev dîmen wekî şênberkirineke dîtbarî ya hesta tevizîn û felcbûnê derdikeve holê ku ji ber rûbirûbûna bêrehemiya jiyanê çêdibe.
Tabloya (Rojîn Hacî Husên) berhemeke kûr û efsûnker e; mirov ne tenê wekî xebateke hunerî lê dinêre, lê wekî pencereyeke ber bi kûrtirîn hestên mirovî ve vebûyî dibîne. Bi rêya bikaranîna pevçûna di navbera teşe û nerêkûpêkiyê de, her wiha paşxaneya bêdeng û rengên germ ligel deqên derbirînî, ev tablo vediguhere qîrîneke olanvedêr li hemberî zehmetiyên jiyanê û nakokiyên navxweyî yên mirov. Ev berhem me vedixwîne kûrbûna di nav êşên me de, pejirandina ku êş û azarên me ji me ne xerîb in, û ya herî girîng jî, zindîkirina hêviyeke veşartî ye ku dibêje: Heta di dilê tarîtiya herî kûr de jî.. her tim çirûskek ronahiyê dimîne.