Beşdariya Mesrûr Barzanî di Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de
Beşdariya Mesrûr Barzanî di Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de

Beşdariya Mesrûr Barzanî di Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 28.01.2024an li Hewlêrê birêve çû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di konferansê de pêşkêş kir û tê de got: “Cihê dilxweşiyê ye ku di van salên dawî de peywendiyên Herêma Kurdistanê yên derve û navdewletî gelek pêş ketine. Hejmara konsulxane û nûnerên dîplomatîk li Herêma Kurdistanê zêde dibe û em plan dikin ku di paşerojê de hejmara nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derveyî welat zêde bikin û li çendîn welatên dost û girîng ên ku konsulxaneyên wan li Kurdistanê hene, nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekin, ji bo pêşxistina peywendiyên dostanî û aborî, çandî, zanistî û akademîk.”