Bi sponsoriya Kurdistan24ê Festîvala Semayê ya Dihokê berdewame
Dihok (K24) - Bi sponsoriya Kurdistan24ê, Festîvala Semayê ya Dihokê berdewame. Serperiştê Hunerî yê Festîvala Semayê ya Dihokê Ehmed Mişextî ragehand ku, 13 kom ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî vê festîvalê bûne û di bernameya wan de ye ku ji bo salên bê vê festîvalê bikin festîvaleke navdewletî.
Ev festîval li Hola Konfiransan a Senterê Rewşenbîrî û Civakî yê Zanîngeha Dihokê bi rê ve diçe û du rojan dê berdewam be.