Gulnexîn çiyayên Bakurê Kurdistanê dixemilînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kulîlkên Gulnexînê yên ku di biharê de demekê kurt şîn dibin, çîyayên Bakurê Kurdistanê xemlandine.
Ev Gulnexîn ji aliyê kesên li gundên bilindahiyan û li herêmên çiyayî dijîn li baxçeyan tên çandin û li hemberî windabûnê tên parastin.
Gulnexîn bi teybet li bilindahî û çîyayên Dersim, Çewlig, Colemêrg, Wan, Şirnex û Mûşê jî tên dîtin.
Ji bo kesên ku yek ji Gulnexîn berûalî yên di xetereya tinebûnê de ne û salê tenê 2 hefteyan şîn dibin, jêbikin û bên girtin ji 244 hezar û 115 lîreya heta 356 hezar lîreyan tên sizakirin.
Biharan çîya û bilîndahiyên Bakurê Kurdistane bi kulîlkên reng û reng dixemilin.




