Bi wêne; Karên rêya Bedrîk-Baedrê di qonaxa dawiyê de ne
Bi wêne; Karên rêya Bedrîk-Baedrê di qonaxa dawiyê de ne

Bi wêne; Karên rêya Bedrîk-Baedrê di qonaxa dawiyê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Parêzgerê Dihokê Macid Seyîd Salih îro (Çarşem, 05.06.2024) ragehand, “Karên pirojeya rêya navbera Zalgeha Bedrîkê û Overpasa Nahyeya Baedrê, ku pareke rêya navbera Dihok û Hewlêrê ye, di qonaxa dawiyê de ne.” Amaje jî da, “Aliyek ji bo wê rêyê hatiye zêdekirin û aliyê kevin jî tê nûjenkirin.”

Dirêjiya wê rêyê 22 kolîmetr e û bi gojimê nêzî 32 milyar dînaran bi hevahengiya navbera îdareyên her du parêzgehên Dihok û Neynawayê tê bicihanîn. Cîgirê Parêzgerê Dihokê herwesa got, “Ew rê pêştir yekalî bû û gelek rûdanên trafîkê lê hatine tomarkirin. Em wesa difikirin ku bi temambûna wê pirojeyê, rûdanên trafîkê dê bi awayekî berçav kêm bibin.”

Wêne: Îslam Hîro - K24