Bi wêne; merasîmên ragehandina piştevaniya darayî ji bo rizgarbûyîyên DAIŞê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi berhevbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîmên ragehandina bernameya piştevaniya darayî ji bo rizgarbûyîyên destê teroristên DAIŞê îro (Sêşem, 02.07.2024) li Hola Seid Ebdula li bajarê Hewlêrê bi rê ve çûn.

Di wan merasîman de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û amaje da ku, piştî borîna 10 salan di ser vê karesat û komkujiyê re, hêşta rewşa devera Şingalê asayî nebûye. Herwesa ji ber xwesepandina milîşya û komên çekdar ên neqanûnî, xûşk û birayên me yên Êzidî li kempan mane û nekariye vebigerin cihên xwe. Ji ber vê yekê jî, heta niha deverên wan nehatine avedankirin.

.
.
.
.
.
.