Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî, xaniyek pêşkêşî Daye Şemê hat kirin
Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî, xaniyek pêşkêşî Daye Şemê hat kirin

Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî, xaniyek pêşkêşî Daye Şemê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, xaniyek wekî diyarî pêşkêşî Daye Şemê ya xwediya 33 şehîdên destê DAIŞê hat kirin.

Daye Şemê û malabata xwe her îro (Çarşem, 24.07.2024) ji kempa Çemmişko derkeftin û çûn nav xaniyê xwe yê nû, ku dikeve navenda bajarê Dihokê.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di wî warî de ragehand, “Daye Şemê û malbata xwe hejî wî xanî ne û gelek qurbanî ji bo axa Herêma Kurdistanê dane.” Herwesa got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî em raspartine ku li ser xizmetkirina tevaya xûşk û birayên Êzidî berdewam bin.”