
Avedankirina Zaxoyê berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rapardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û di bin çavdêriya Serperiştyatê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo de, kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê bi bihayê 9 milyar û 979 milyon dînar hate danîn.
Proje ev in:
- Nûkirin û rêkxistina rêyên sereke yên taxa Cegerxwîn li Sêmalka bi dirêjahiya 2600 metre.
- Rêkxistina rêyên navenda Zaxoyê.
- Gihandina xizmetguzariyan bo Qişleya Zaxoyê.



