Mesrûr Barzanî: Divê em teknolojiyayê di xizmeta mirovatiyê de bi kar bînin
Mesrûr Barzanî: Divê em teknolojiyayê di xizmeta mirovatiyê de bi kar bînin

Mesrûr Barzanî: Divê em teknolojiyayê di xizmeta mirovatiyê de bi kar bînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 03.09.2024) di dema pêşkêşkirina gotarekê de li nav Pêşangeh û Konferansa Pêncê ya HITEX ragehand, “Herêma Kurdistanê pêngavên baş ber bi dîjîtalkirina karûbarên hikûmetê ve avêtine. Bi rêya bicihanîna stratejiya werçerxana dîjîtalî jî, guhertinên cûnî di gehandina xizmetkariyên giştî ji bo welatiyan de bi awayekî bilez û pêşkeftî peyda dibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Îro şoreşa teknolojî û jîriya destçêkirî werçerxaneke mezin di jiyana me de di hemî waran de çê kiriye, çi di gehandin û peywendîkirinê de be yan jî xwandin û fêrkirin û tendirustî û bazirganiyê.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Karwanê guhertin û pêşkeftinan berdewam û bilez e û divê em kar bikin ku bi baştirîn awa feydeyî jê werbigirin û herwesa em xwe ji bo qebxwazî û wan arêşeyan jî amade bikin ên ku rûbirûyî me dibin, ji ber ku raste teknolojiyayê jiyana me hêsantir û xweştir kiriye lê divê em wê bi jîrî û berpirsyarîtî û pêxemetî xizmeta mirovatiyê bi kar bînin.”