Nêçîrvan Barzanî li Parîsê bi serokên cîhanê re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima vekirina Katedrala Notre Dame ya Parîsê de, bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump û çend serkirdeyên din re hevdîtin kir.
Li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî Şemiyê bi hejmarek serok û rêberên cîhanê re, beşdarî merasima vekirina katedrala dîrokî ya Notre Dame li Parîsê bû.