Penaberên Sûriyeyê li Hewlêrê dilxweşiya xwe bo keftina Rijêma Esed diyar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi sedan penaberên Sûriyeyê, ku ji ber Rijêma Sûriyeyê awareyî Îraqê bûne, îro (Yekşem, 08.122024) li gel bihîstina nûçeya keftina Rijêma Beşar Esed rijiyan ser cadeyên Hewlêrê û bi dilgermî dilxweşiya xwe diyar kir.
Di wê kombûnê de, penaberan drûşmên aştî û demokratiyê ji bo Sûriyeyê gotin û bi bilindkirina alaya Sûriyeyê dilxweşiya xwe diyar kir.