Li Çomanê Xwedîkirina hêştirmeyan: Hem bedewî, Hem jêdera debarê
Li Çomanê Xwedîkirina hêştirmeyan: Hem bedewî, Hem jêdera debarê

Li Çomanê Xwedîkirina hêştirmeyan: Hem bedewî, Hem jêdera debarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Kazim Elî Nebî, niştecihê gundê Werdê yê li qezaya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ev du sal in ku nêzîkî 40 hêştirme xwedî dike. 

Ev destpêşxeriya wî ne tenê dîmeneke xweşik û cuda daye siruşta deverê, lê herwiha bûye çavkaniyeke debara jiyanê û ji aliyê gelek welatiyan ve ji bo armancên tenduristiyê tê bikaranîn.

Welatî rojane daxwaza hêk, rûn û goştê hêştirme ji Kazim Elî dikin. Piraniya wan ji ber taybetmendiyên dermanker ên van berheman sûdê jê werdigirin û wek çareseriyeke tenduristiyê bikar tînin.

Xwedîkirina ştirkan li herêmê, ji bilî aliyê aborî, ji aliyê geştyarî û parastina cihêrengiya biyolojîk ve jî girîng tê dîtin û mînakeke baş e ji bo pêşxistina projeyên çandiniyê yên alternatîf.