Wênekêşekî Kurd Xelata Navdar a 'World Press Photo' Wergirt
Wênekêşekî Kurd Xelata Navdar a 'World Press Photo' Wergirt

Wênekêşekî Kurd Xelata Navdar a 'World Press Photo' Wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dîroka 70 salî ya xelata navdar a cîhanê ya wênekêşiyê, "World Press Photo" de, cara yekemîn wênekêşekî Kurd, Îbrahîm Elîpûr, bi rêya çîroka bi êş a kolberên Kurd, karî vê xelata bi prestîj bi dest bixe.

Xelata "World Press Photo" weke yek ji girîngtirîn û bi rûmettirîn xelatên di warê wênekêşiya rojnamegerî û dokumenterî de li seranserê cîhanê tê naskirin. Ev yekem car e ku di dîroka vê xelatê de hunermendekî Kurd şayesteyî wê tê dîtin.

Îbrahîm Elîpûr bi wêneyên xwe yên ku rewşa dijwar û têkoşîna jiyanê ya kolberên Kurd radixe ber çavan, bala jûriya navneteweyî kişandiye ser xwe û ev xelata girîng wergirtiye.

Ev serkeftina Îbrahîm Elîpûr ne tenê ji bo wî bi xwe, lê ji bo tevahiya cîhana hunera Kurdî û bi taybetî ji bo bal kişandina ser pirsgirêk û çîrokên mirovî yên gelê Kurd, destkeftiyeke mezin û dîrokî tê hejmartin.