Federasyona Çiyageriyê Roja Çiyayan bi 3 çalakiyan pîroz kir
Federasyona Çiyageriyê Roja Çiyayan bi 3 çalakiyan pîroz kir

Federasyona Çiyageriyê Roja Çiyayan bi 3 çalakiyan pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê û Tora Çiyageriya Kurdistanê bi çalakiyeke berfireh li Çiyayê Sefîn, Roja Cîhanî ya Çiyayan pîroz kirin.

Bi armanca parastina jîngehê, ciwankirina sirûşta çiyayan û zêdekirina rûbera keskahiyê, îro 13ê Berçileyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê pêngaveke herewezî ya çandina darên berûyan li quntarên Çiyayê Sefîn hat encamdan.

Di çarçoveya çalakiyan de, rêyeke nû ya çiyageriyê ya ber bi lûtkeya Çiyayê Sefîn ve hat vekirin. Ev rê bi navê çiyagerê koçkirî "Şakir Sabir" hat binavkirin, wekî rêzgirtinek ji bo keda wî di warê çiyageriyê de.

Ji bilî çandina daran û vekirina rêyê, çiyageran di çalakiyê de bala xwe dan jiyana ajelên kûvî jî. Tîmên beşdar li çendîn deverên çiyayê, xwarina zivistanê ya wekî gûz û berûyan ji bo simoreyan belav kirin, da ku di werza zivistanê de bê xwarin nemînin.