Roja Alaya Kurdistanê li dibistanên Kerkûkê hat pîrozkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 17ê Berçileyê li seranserê Herêma Kurdistanê û li dibistanên Xwendina Kurdî li Kerkûkê, xwendekar û mamosteyan bi hildana alayê û çalakiyên curbicur Roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin.
Tevî ku ezmûnên werza yekem birêve diçin, li hemû navendên xwendinê yên Herêma Kurdistanê û yên ser bi Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê, beriya çûyîna nav holên ezmûnan merasîmên taybet hatin lidarxistin.
Kerkûk bi Rengê Alayê Xemilî
Li navenda bajarê Kerkûkê, dîmenên balkêş li dibistanên Xwendina Kurdî hatin dîtin. Xwendekarên keç û kur bi cil û bergên Kurdî beşdarî merasîman bûn û bi stran û şahiyan ev roja neteweyî pîroz kirin.
Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê, wekî her sal, bû cihê coş û kelecaneke mezin di nav xwendekar û mamosteyan de.