Bîranîna Kora Milyonî: Roja ku vîna gelê Kurdistanê cîhan hejand
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 31ê Adara 1991ê, koçberiya herî mezin a dîroka nûjen a Kurdan (Kora Milyonî) dest pê kir. Bi milyonan Kurdên Başûrê Kurdistanê ji bo ku ji zilm û komkujiyên rejîma Sedam Husên rizgar bibin, ber bi sînorên Îran û Tirkiyeyê ve bi rê ketin.
Di 4ê Nîsana 1991ê de, koçberiya milyonan Kurd gihîştibû lûtkeyê. Ev ne tenê koçek bû, lê belê qîrîna miletê Kurd bû ku dîktatorî û koletî red dikir. Şêniyên Kurdistanê bi pêyan, di nav çiyayên asê û rêyên dijwar re bi sedan kîlometre meşiyan.
Koçberên Kurd di bin sermaya zivistanê, birçîbûn, nexweşî û tirsê de bûn. Ew ji ber hovîtiya rejîma Sedam Husên direviyan, ku berê bi jenosîda Enfalê û kîmyabarana Helebceyê birînên kûr di dilê Kurdan de vekiribûn. Dîmenên miletê Kurd ên di nav herî û berfê de, di nav nexweşî û bêderfetiyê de, di hemû ajans û kanalên televîzyonên cîhanê de hatin weşandin.
Wêneyên Nail Kadirhan: Belgeya êşa Kurdan
Rojnamevan Nail Kadırhan, di wan rojên giran de li gel koçberan bû û ev trajediyên mirovî bi kameraya xwe li Bakurê Kurdistanê belge kirin. Wêneyên Kadirhan rastiya wê serdemê û xweragiriya gelê Kurd nîşanî cîhanê dan û bûn belgeyeke dîrokî ya ku êşa Kurdan gihand qada navdewletî.