Gola Wanê bi rengên biharê xemiliye
Navenda Nûçeyan (K24) – Gola Wanê ku bi ava xwe ya fîrozeyî û xwezaya xwe ya bêhempa tê naskirin, bi hatina werza biharê re ketiye nava rengên geş. Yek ji cihên herî balkêş ên vê werzê, Girava Çarpanakê ye ku bi dengê hezaran qeqelîbazan û bi kulîlkên darên behîvê hatiye xemilandin.
Tişta ku îsal herî zêde bala geştiyaran dikişîne, "rêya antîk" a ku giravê bi bejahiyê ve girê dide ye. Ji ber kêmbûna asta ava Gola Wanê, ev rêya ku berê di bin avê de mabû, niha hinekî din derketiye ser rûyê avê. Geştiyar dikarin bi ser vê rêya kevirî re, ku di nav gola şîn de wekî xeteke spî xuya dike, ber bi giravê ve herin.
Girava Çarpanakê ne tenê bi xwezaya xwe, lê bi dêr û manastira xwe ya dîrokî jî balê dikişîne. Di bin sîber û heybeta Çiyayê Sîpanê de, ev girav bi hezaran qeqelîbazan (balindeyên deryayê) re bûye cihekî aram ji bo wênegir û gerokên ku dixwazin bihara Kurdistanê bijîn.