Ji bermahiyên şer bo hunerê: Peykerên Seywan Seîdiyan li Diyarbekirê ne
Ji bermahiyên şer bo hunerê: Peykerên Seywan Seîdiyan li Diyarbekirê ne

Ji bermahiyên şer bo hunerê: Peykerên Seywan Seîdiyan li Diyarbekirê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Peykersazê naskirî yê Rojhilatê Kurdistanê Seywan Seîdiyan, bi berhemên xwe yên taybet ên ku ji bermahiyên şer hatine çêkirin, li bajarê Diyarbekirê pêşanî hunerhezan dike.

Peyker û berhemên Seywan Seîdiyan yên bi hunereke bilind hatine çêkirin, li "Mala Hunerê" ya Diyarbekirê hatine nîşandan ku taybetmendiya wan a herî mezin materyalên wan e.

Ev peykerên Seîdiyan ji bermahiyên çek, gulle, qalikên mûşekan û perçeyên metal ên ku di qadên şer de hatine komkirin, pêk tên. Hunermend bi vê pêngavê dixwaze peyamekê bide cîhanê ku mirov dikare amûrên tundûtûjî û kuştinê veguherîne berhemên hevaheng û bedew.

Seywan Seîdiyan bi van berheman careke din nîşan dide ku huner dikare li hemberî wêraniya şer, bibe mertal û bîranînên biêş bi zimanekî hunerî bîne ziman.

Peykersaz û nîgarkêş Seywan Seîdiyan, di sala 1972’an de li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Seîdiyan xwendina xwe ya bilind li Fakulteya Hunerên Ciwan a Silêmaniyê bidawî kiriye.

Seîdiyan zêdetir di warê peykersaziyê de tê naskirin û di berhemên xwe de bi giranî materyalê hesin (metal) bikar tîne.

Wêne: Sara Caferî
Wêne: Sara Caferî
Wêne: Sara Caferî
Wêne: Sara Caferî
Wêne: Sara Caferî
Wêne: Sara Caferî
Wêne: Sara Caferî
Wêne: Sara Caferî