Devera Barzan: Stargeha ewle ya jiyana kûvî û modeleke cîhanî ya parastina jîngehê
Devera Barzan: Stargeha ewle ya jiyana kûvî û modeleke cîhanî ya parastina jîngehê

Devera Barzan: Stargeha ewle ya jiyana kûvî û modeleke cîhanî ya parastina jîngehê

Navenda Nûçeyan (K24) – Devera Barzan wekî stargeheke siruştî û penageheke ewle ya jiyana kûvî bala jîngehparêzan dikişîne. Li lûtke, zinar û newalên herêmê, keriyên pezkûvî û xezalan bi serbestî û aramiya tam, bêyî ku ji mirovan bitirsin, digerin.

Kameraya wênekêş Xefûr Gorkî dîmenên zindî û balkêş ên pezkûvî û ajelên din ên kûvî li nav zozan û zinarên asê tomar kirine. Ev wêne rengvedana dewlemendiya biyolojîk a herêmê ne û hevahengiya kûr a di navbera xwezayê û şêniyên gundên derdorê de nîşan didin.

Ev hevrêziya bêhempa ne rasthatin e; belkî berhema çandeke kûr a jîngehparêziyê û yasayên civakî yên tund e ku berî bi dehan salan ji aliyê Şêx Ehmedê Barzanî ve hatine danîn û ji nifşekî derbasî nifşê din bûne. Li gorî van rênimayan, nêçîra bêserûber, birîna darên şîn û têkdana xwezayê bi tundî qedexe ne. Vê aramiyê wiha kiriye ku ajelên kûvî xwe ewle hîs bikin û heta nêzîkî gund û baxçeyên xelkê jî bê tirs herin û bên.

Herêma Barzanê ji bilî pezkûvî û xezalan, stargeha cureyên kêmpeyda yên balinde, hirç, gur û gelek zindewerên din ên siruştî ye ku li piraniya deverên din ji ber nêçîra neyasayî û berfirehbûna bajaran li ber jinavçûnê ne.

Çalakvanên jîngehê tekez dikin ku ezmûna herêma Barzan ji bo parastina xwezayê li asta Rojhilata Navîn “modeleke îlhamdar” e. Li gorî pisporan, ev ezmûn îspat dike ku dema rêz li siruştê bê girtin û çandeke bihêz a parastinê hebe, hevsengiya ekolojîk û jiyana kûvî dikare bi herî awayê baş bê vejandin û parastin.