Milîsên Şîe gefê li Amerîkayê dixwin

Milîsên grûpa Esayîbê Ehlê Heq a ser bi Heşda Şeibî di vîdeoyekê de gefê li Amerîkayê dixwin.

Bexda (K24) – Milîsên grûpa Esayîbê Ehlê Heq a ser bi Heşda Şeibî di vîdeoyekê de gefê li Amerîkayê dixwin û ji serkirdeyên xwe daxwaz dikin ku ferman bidin dest bi êrîşan bikin.

Li ser kanala Sabirîn News a nêzîkî milîsên grûpa Esayîbê Ehlê Heq vîdeoyek hatiye belavkirin û di wê vîdeoyê de kesek rûnixumandî di nav çend çekdaran de derketiye pêş û dibêje: “Em weke Esayîbê Ehlê Heq, ew çeka ku me berê pê şerê dagirkeran kir, niha di destê me de ye û amade ye li ber hevpeymanên Amerîkayê bi kar bînin.”

Herwiha dibêje: “Her destdirêjiyek bi ser mucahidan de, destdirêjiya bi ser me de ye.” Ev jî weke amajeyek bo her bersivdaneke Amerîkayê bo grûpên milîs ên ser bi Îranê ye, ku Washington derbarê êrîşên ser Balyozxaneya Amerîkayê de wan tohmetbar dike.

Çekdarên ku di vîdeoyê de rûyên wan nixumandî ne, ji serkirdeyê Esayîbê Ehlê Heq Qeys Xez'elî daxwaz dikin ku fermana êrîşkirinê bide wan.